26 kes li Sûrê hatin binçavkirin
Li navçeya Sûrê ku rewşa OHAL'ê û Rêveberiya cuntayê didome, tîmên taybet bi zorê bi ser malan de digirin û di nava rojekê de herî kêm 26 kes binçav kirin.

Li Navçeya Sûrê piştî Walîtiya Amedê qedexeya kolanan îlan kir, tîmên taybet ji duh ve bi çekên giran êrîşî ser taxan dikin û bi zora çekan dikevin malan. Tîmên taybet ku bi çeka zorê ketin malan, di nava rojekê de herî kêm 26 kes bi lêdanê binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Kesên hatin binçavkirin û navê wan hat zanîn wiha ne: Şeyhmus Kaya, Muşerref Çetîner, Velî Çetîner, Erkan Kaptan, A. Halîm Çelîkbîlek, Omer Surgun, Ahmet Kama, M. Siddik Açikgoz, Ferît Açikgoz, Şahîn Kaya, Mehmet Subaşi, Şahîn Kaya, Veysel Bektaş, Recep Boran, Sînan Fîdan (18), S.E (17)., F.E.(16), R.F. (16) û kesê paşnavê wan nehat zanîn Veysî hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku Veysî birîndar e û Ferît Açikgoz jî nexweşê derûnî ye.
Hat zanîn ku polîs û tîmên taybet kesên derdikeve kolanan binçav dikin.