PDK'ê ji Tevgera Goran xwest ku Hewlêrê biterikîne

Duh êvarê saet di 23:00 de Komîteya Navendî ya Partî Demokratî Kurdistan (PDK) li wezîr û parlamenterên Tevgera Goran geriya û ji wan xwest, ku ji wezîfeya xwe ya di nava hikûmetê de îstifa bikin û Hewlêrê biterikînin.

Duh êvarê saet di 23:00 de Komîteya Navendî ya Partî Demokratî Kurdistan (PDK) li wezîr û parlamenterên Tevgera Goran geriya û ji wan xwest, ku ji wezîfeya xwe ya di nava hikûmetê de îstifa bikin û Hewlêrê biterikînin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Tevgera Goran ve hat dayîn, komîteya navendî ya PDK'ê, li wezîrên hikûmetê û serokê meclîsê yên ji lîsteya Goran geriya û ji wan xwest, ku ji wezîfeya xwe îstifa bikin û Hewlêrê biterikînin.

Di daxuyaniya nivîskî ya navenda giştî ya Tevgera Goran de hat ragihandin, ku PDK'ê di serî de serokê meclîsê Yûsûf Mihemed li hevalên wan ên di nava hikûmetê de wezîr in geriya, îdîa kir ku Tevgera Goran tevlîheviyê dike, dijberiya hikûmetê dike û ji wan xwestine ji wezîfeya xwe îstifa bikin û paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê biterikînin.

Tevgera Goran nerazîbûneke gelekî tund nîşanî vê nêzîkatiya PDK'ê da û got, "PDK bi kîjan mejî xwe dixe şûna qanûn û destûra bingehîn û ji me dixwaze ku em xwe ji hikûmetê vekişîne? Weke partiyeke siyasî ti mafê PDK'ê nîne ku qanûnan binpê bike û bêîstiqrariyê li ser herêma Kurdistanê ferz bike."

PDK'Ê NOŞÎRVAN MISTEFA BERPIRSYAR DÎTIBÛ

Weke ku tê zanîn, li Başûrê Kurdistanê karmendên ku ev 4 meh in ji ber krîza aborî û siyasî nikarin meaşên xwe werbigirin, ev hefteyeke çalakiya sekinandina kar lidar dixin û saziyên lê dixebitin boykot dikin. Ev 3 roj in jî ev çalakî mezin bûne û veguherîne çalakiyên şîdetê. Çalakger êrîşî avahiyên partiyên siyasî yên ku weke berpirsyarên krîza heyî dibînin, dikin. Di çarçoveya van êrîşan de li herêma Silêmaniye û Germiyanê, hin avahiyên PDK'ê ji aliyê gel ve hatin şewitandin. PDK'ê da xuyakirin ku yên êrîşî avahiyên partiyê yên li herêmên Silêmaniye û Germiyanê kirine kesên pêwendiya xwe bi Tevgera Goran re hene, ji êrîşan Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa berpirsyar dîtibû û gotibû ku êrîş wê bêberdêl nemînin. Li hemberî vê daxuyaniya PDK'ê, tevgera Goran jî daxuyaniyek dabû û destnîşan kiribû ku êdî li Başûrê Kurdistanê ti rewabûna PDK'ê nemaye.

Di vê navberê de Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê PDK'ê Hemin Hewramî di malpera xwe ya tora civakî de daxuyaniyek da û diyar kir ku Tevgera Goran êdî di hikûmetê de cih nagire. Ev daxuyanî daxuyaniya destpêkê ya payebilindên PDK'ê ye.