Cenazeyên 8 gerîlayan li Licê spartin axê

Cenazeyên 8 gerîlayên HPG-YJA Starê yên duh di bombebarana li herêma "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşma "Şehîd Namirin" hatin definkirin.

Cenazeyên 8 gerîlayên HPG-YJA Starê yên duh di bombebarana li herêma "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşma "Şehîd Namirin" hatin definkirin.

Şevê din balafirên şer ên F-16 herêma Çoltara Gundê Sîsê û herêma "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" bombe kirin. Di bombebarana li herêma Şehîd Kendal de 8 gerîlayên HPG/YJA Starê jiyana xwe ji dest dan. Piştî bombebaranê mertalên zindî, welatiyên gundên herêmê û navçeya Liceyê bi boneya cenazeyên 8 gerîlayên HPG/YJA Starê wergirin çûn herêmê. Bi hezaran kesên li herêmê kom bûn cenaze danîn ser milên xwe û anîn "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" Bi hezaran kesên cenaze hilgirtin dirûşman, "Ey şehîd xwîna te erdê namîne", "Şehîd namirin", " Bijî Serok Apo" berz kirin. Girseyê cenaze piştre birin mizgeftê û piştî wecibeyên olî dîsa li ser milan birin Goristana Şehîdgehê. Di merasîma cenazeyan de alên HPG, PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin. Disa alên PKK'ê li darbestan pêçan û bê navber dirûşmên, "PKK tolhildan", " Şehîd namirin" berz kirin. Di merasîma cenazeyan de rêveberên MEYA-DER û wekîlê HDP'ê yê Amedê Edîp Berk, Hevşaredara Licê Rezan Zogurlu, Hevşaredara Peyasê Fatma Arşimet, Hevşaredara Hênê Nevîn Oktay, rêveberên DBP, Dayikên Aştiyê jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Piştî girseyê cenazeyên 8 gerîlayên HPG/YJA Starê birin goristanê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin û 8 gule avêtin hewa. Girsê li ser goristanê sirûda "Çarxa Şoreşê" xwendin û dirûşm berz kirin.

Di merasîmê de Rêveberê MEYA-DER'ê Kasim Pervane, komkujiya bi destê AKP'ê pêk tê şermezar kir û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê her roj li herêmê komkujiyan pêk tîne herî dawî li Amedê jî 8 gerilla qetilkirin.

Di merasîma cenazeyan de cenazeyên 2 gerîlayên YJA Starê ji aliyê jinan ve hatin definkirin. Girsê piştî definkirinê bê navber dirûşma, "Şehîd namirin" berz kirin.

Nasnameyên 8 gerîlayên HPG/YJA Starê wê piştre bên aşkerakirin.