Gelê Kurdistan li qadan e: Em ê hesabê Enqereyê bipirsin

Bertek û çalakiyên li dijî komkujiya ku duh li Enqereyê li dijî mîtînga aştiyê pêk hat mezin dibin.

Bertek û çalakiyên li dijî komkujiya ku duh li Enqereyê li dijî mîtînga aştiyê pêk hat mezin dibin. Di çalakiya Agiriyê de Wekîla HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taştemîr, diyar kir ku hêrsa wan ji êşa wan mezintir e wiha got: "Em bimrin jî em ê di ber xwe bidin û aştiyê bînin ser vê axê."

Bi konsepta şerê taybet ê AKP'ê re komkujiyên li dijî welatiyan zêde dibe. Di berdewama şerê taybet ê AKP'ê de duh li Enqere li dijî Mîtînga Aştiyê êrîşa bombeya zindî pêk hat û zêdeyî 120 aştîxwaz hatin qetilkirin û 500 aştîxwaz jî birîndar bûn. Endam û rêveberên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê îro li GAR'a Enqereyê bi girseyî cenazeyên hevalên xwe dişînin bajarê wan. Li aliyê din li gelek bajaran bi girseyî komkujî tê şermezarkirin.

AGIRÎ

Bi sedan endam û rêveberên DBP û HDP'ê ya Agiriyê bi boneya komkujiya li dijî aştîxwazan şermezar bikin, li ber avahiya DBP'ê ya Agiriyê kom bûn û çalakî pêk anîn. Rêveberên DBP'ê pankarta reş bi avahiyê dakirin û çalakî pêk anîn. Wekilên HDP'ê yê Agiriyê Leyla Zana, Berdan Ozturk, Dîrayet Dîlan Taşdemîr û Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubilay jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Girseyê di çalakiyê de pankarta "Em ê hesabê ku gule berdane aştiyê ji we bipirsin" vekir û rêz girtin. Hevserokê DBP'ê yê Agiriyê Turan Çubuk, daxuyanî da û bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Selamî Altinok a "Di ewlehiyê de zafiyetî tine" da û da zanîn ku ser bûyer û komkujiyê bincil dikin. Wekîla HDP'ê ya Agiriyê Dirayet Dîlan Taşdemîr jî anî ziman ku hêrsa wan ji êşa wan hîn mezintir e û wiha got: "Êv êrîş li dijî demokrasî, aştî û biratiyê pêk hatiye. Ew hişmendî û feraseta li pişt vê komkujiyê baş nas dikin Kesên duh li Şirnexê Haci Lokman Birlik li pey panzêrê kaş kirin, kesên li Gimgimê Ekîn Wan tazî kirin û avêtin kolanan û kesên li Pirsûs û Amedê komkujî pêk anîn heman kes in. Li dijî daxwazên aştî û azadiyê bi bombeyan bersiv didin. Em bimirin jî em ê bi berxwedanê aştiyê bînin ser vê axê û ji vî geli re aştiyê pêşkêş bikin."

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû."

WAN

Dayikên Aştiyê yên Wanê jî li ber avahiya DBP'ê ya Wanê komkujiya li Enqereyê şermezar kirin. Li ser navê Dayikên Aştiyê Zekya Kaya, êrîş şermezar kir û diyar kir ku di dema KCK'ê daxuyaniya bêçalakiyê da ev êrîş û komkujî pêk hat. Kaya, da zanîn ku ev jî nîşan dide ku dewlet li hemberî daxwaza aştiyê ya KCK'ê bi şer û komkujiyê bersiv dide.

MÛŞ

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Koma Mûşê jî bi meşekê komkujî şermezar kirin. Koma li ber avahiya DBP'ê kom bûn, heta şaredariyê meşiyan. Girsê di meşê de pankarta "Komkujîya Enqerê şermezar dikin" vekirin û meyiyan. Pişti meşê rêz girtin û daxuyanî dan. Hevserokê Kopê yê DBP'ê Nedim Kaplan, anî ziman ku berpirsiyarê vê komkujiyê AKP ye.