Gel li Germiyan dîsa li kolanan e
Li Başûrê Kurdistanê protestoyên li hember hikûmetê her ku diçe zêdetir dibin. Li bajaroka Rizgarî ya girêdayî navçeya Kelar a herêma Germiyan gel derket kolanan û dest bi protestoyan kir.

Li bajaroka Rizgarî ya girêdayî Kelar gel van saetan li qadan xwepêşandanan li dar dixe. Li gor agahiyên çavkaniyeke herêmî, gel duh êvarî ji bo du ciwanên li Kelar hatin qetilkirin û li hember krîza li Başûrê Kurdistanê derket qadan û du kolanên nêzî qereqola polîsan li çûnûhatinê girt.
Her wiha li navçeyên Kelar û Derbendîxan jî van kêliyan xwepêşandanan destpê kiriye.
Li gel vê li navçeya Ranya ya Silêmaniyê jî, hêzên ewlekariyê ji duh êvarî saet 07.00’an heta sibehê saet 03.00’an ketin û derketina navçeyê qedexe kir.