Rûniştina parlamenta Başûrê Kurdistanê hat taloqkirin

Parlamenta Herêma Başûrê Kurdistanê, ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên heyî wê îro biciviya. Lê belê rûniştina parlamentê hat taloqkirin.

Parlamenta Herêma Başûrê Kurdistanê, ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên heyî wê îro biciviya. Lê belê rûniştina parlamentê hat taloqkirin.

Di daxuyaniya ji aliyê Parlamentê ve hat dayîn de hat ragihandin, ku rûniştina îro ya ku wê li ser rewşa heyî, krîza aboriyê û pirsgirêka meaşan bihata lidarxistin, li ser daxwaza 5 komên li parlamentê (PDK, YNK, Tevgera Goran, Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê û Partiya Civata Îslamî ya Kurdistanê) ji aliyê serokatiya parlamentê ve hatiye taloqkirin.