Ji HPG’ê têkildarî nasnameyên 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane sererastkirin

HPG’ê diyar kir ku têkildarî gerîla Baz Mordem (Onder Kaçar) ê ragihandine ku 9’ê Cotmehê jiyana xwe ji dest daye agahî şaş dane daxuyaniyek da û agahiyên nasnameya gerîlayên li Elkê jiyana xwe ji dest dane bi raya giştî re parve kir.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku têkildarî gerîla Baz Mordem (Onder Kaçar) ê ragihandine ku 9’ê Cotmehê jiyana xwe ji dest daye agahî şaş dane daxuyaniyek da û agahiyên nasnameya gerîlayên li Elkê jiyana xwe ji dest dane bi raya giştî re parve kir.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê got: “Me têkildarî hevalê bi nasnav Baz Mordem (Onder Kaçar) ê 9’ê Cotmehê me agahiya şehadeta wî şaş dabû daxuyaniye ragihandibû. Agahiyên nasnameya hevalê me yê şehîd ê di berxwedana Elkê de tevlî karwanê şehîdan bû wiha ye:

Nasnav:  Baz Mordem

Nav-Paşnav: Metîn Şîpal

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayik-bav: Feyruz – Huseyîn

Dîrok û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Elkê

Di navbera navçeyên Mehmûdî û Qerqelî yên Wanê de 30’ê Îlonê saetên êvarî di operasyona dewam dikir de pevçûn derketiye û li vir 2 gerîlayên me şehîd ketine. Di vê çalakiyê de hevalê me Bahoz Tîrêj (Ahmet Kalmaz) ê me ragihandibû ku şehîd ketiye, şehîd neketiye. Agahiyên sicîla hevalê me yê şehîd ketiye wiha ne:

Nasnav: Bahoz Zaza

Nav-Paşnav: Mehmet Otay

Cihê jidayikbûnê: Kirşehîr

Navê dayik-bav: Mulkiye – Îsmaîl

Dîrok û cihê şehadetê: 30’ê Îlona 2015 / Wan

...