KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Şehîda Aştiyê' dayika Meryem wê li Êlihê bê oxirkirin
Endama Dayika Aştiyê Meryem Bûlût a di êrîşa bombeyî ya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, heta nefesa xwe ya dawî di nava têkoşîna aştî û azadiyê ya Kurdan de cih girt. -
Balafirên şer ên Tirk li Qendîlê digerin
Balafirên şer ên Tirk ji saet 12.13’an ve li ser herêma Qendîlê digerin. -
Însiyatîfa Gel a Amedê: Divê gelê me biherike qada çalakiyan
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Amedê, der barê komkujiya li Enqereyê û êrîşên AKP'ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Li Şengalê 30 çete hatin kuştin
Li Geliyê Şîlo yê Şengalê, di şerê navbera hêzên YBŞ/YPJ-Şengal û çeteyên DAIŞ'ê de 30 çete hatin kuştin. -
Rebîn Omer: Çareseriya pirsgirêka Kurd bi Bakur dibe
Rojnamevan nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Rebîn Omer ê ku rewşa kaotîk a li Sûriyeyê û herêmê ji nêz ve dişopîne, destnîşan kir ku eger Kurd di vê demê de polîtîkayeke rast bimeşînin, wê encamên girîng bi dest bixin. -
Gerîlaya HPG'ê Dêrsim Mêrdîn li Saarbruckenê hat bîranîn
Gerîlaya HPG'ê Dêrsim Mêrdîn (Şukran Ozdogan) a di şerê 1'ê Cotmeha 2015'an ê li Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Saarbruckenê hat bîranîn. -
Li Licê ‘şehîdgeh tê bombekirin
Li gundê Sîsê yê Licê "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" ji aliyê balafirên şer ve hat bombebarandin. Li gundê Speynî yê Licê jî "Şehîdgeha Şehîd Harûn" ji aliyê leşkeran ve bi topên hawanê hat topbarankirin. -
Dêrsim li hember komkujiyê li ser piyan e
Li dijî komkujiya li Enqereyê zêde dibin. Li Dêrsimê jî Meclîsa Gel a Dêrsimê li dijî komkujiya li hemberî Aştiyê pêk hat, xwerêveberî îlan kir. -
KCK: Komkujî û şer bi têkoşîna demokratîk bêbandor dibe
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî komkujiya li Enqereyê got: “Bêbandorkirina zîhniyet û polîtîkayên ev komkujî û şer derxistiye holê, ancax bi pêşxistina têkoşîna demokratîk mimkun e.” -
KJK: Gelê me wê zanibe hesabê vê êrîşa hov bipirse
Der barê komkujiya Enqereyê Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek weşand û got: “Gelên me ji bo aştiyê, xwişktî û biratiyê gelek berdêl dane, wê zanibe hesabê vê komkujiya hov a failê wê diyar bipirse.” -
Pevçûnên li Wanê didomin, 6 kes hatin binçavkirin
Li Wanê ku welatî komkujiya li Wanê şermezar dikin, pevçûnên bi êrîşa polîsan destpê kir didomin. -
Yuksek: Li daxuyaniya Akdogan binêrin hûn ê qatil bibînin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek got: “Eger hûn li daxuyaniyên Cigîrê Serokwezîr Yalçin Akdogan ên têkildarî agirbesta PKK’ê binêrin,hûn ê bibînin bê ev teqîn û qatilên vê êrîşê kî ne.” -
Gerîlayê HPG’ê Mîrzaxanî li Wanê spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Behzat Mîrzaxanî yê 6'ê Cotmehê di êrîşa li hemberî Qereqola Kanîsipiyê ya navçeya Elbakê ya Wanê de ji aliyê cerdevanan ve hat qetilkirin li Taxa Atlilar hat definkirin. -
Xizmên windayan komkujiya Enqereyê protesto kirin
Rêveberên ÎHD û xizmên windayan li Amed, Gever û Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 348'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan vê hefteyê bandajên reş girêdan û komkujî şermezar kirin. -
Li ser qadên gerîla tevgera keşfê
Artêşa Tirk êrîşên xwe yên li hemberî qadên gerîla didomîne. Ji qereqolên li ser sînor, bi hawan, obus û tankan li hemberî Avaşîn, Metîna û Zapê hatin kirin. -
YPG: 4 çete hatin kuştin
Di operasyonên li Heleb û Sirînê de 4 çete hatin kuştin. -
KCK: Heta êrîş neyê kirin wê gerîlayên me di rewşa bêçalakîtiyê de bin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Di çarçoveya bangên ji nava Tirkiyeyê û ji derve hatin kirin de, tevgera me biryar daye ku heta êrîşek li hemberî gelê me û hêzên gerîla neyê kirin, wê hêzên gerîla di rewşa bêçalakiyê de bin. -
KJA bang li gelê Kurd kir ku nerazîbûna demokratîk nîşan bide
KJA, komkujiya li Enqereyê wek “êrîşeke nemerd” terîf kir, bang li tevayî pêkhateyên xwe kir ku li her cihî bi hêzên aştî û demokrasiyê re bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin. -
Ji KCK'ê biryara bêçalakîtiyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Di çarçoveya bangên ji nava Tirkiyeyê û ji derve hatin kirin de, tevgera me biryar daye ku heta êrîşek li hemberî gelê me û hêzên gerîla neyê kirin, wê hêzên gerîla di rewşa bêçalakiyê de bin. -
Komplo di salvegera 17. de li Stockholm û Goteborgê hat şermezarkirin
Li bajarên Swêd Stockholm û Goteborgê, komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi çalakiyên girseyî hat şemezarkirin. -
Bi meşên meşaleyî komplo hat şermezarkirin
Li bajarên Fransa Dragûîgnan, Marsîlya, Bordeaûx û Montpellîerê, komploya navneteweyî bi meşên meşaleyî hat şermezarkirin. -
Komploya navneteweyî li Elmanyayê hat protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li gelek navendên Elmanyayê daketin kolanan û komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, şermezar kirin. -
Ji şervanên azadiyê nameyên ji bo Ocalan
Gerîla bi salane ji Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan re nameyan dinivîsînin. Ev nameyên di arşîva gerîla de tên veşartin, ji bo rojekê bigihêjin ber destê Ocalan, bi hesasiyeteke mezin tên parastin. -
Elektrîk li ser erdhejzedeyên li konteyniran dijîn hat birîn
Piştî erdhejên 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdara 2011'an ên li Wanê rû dan, ji ber ku pirsgirêka stargehê ya 28 malbatan nehat çareserkirin, neçar in li konteyniran jiyana xwe bidomînin. -
Li cihên ji çeteyan hatin azadkirin jiyan ji nû ve tê afirandin
Li Mebrûka, Ravya û Dehma, ku navendên girîng ên çeteyan bûn û bi Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya YPG'ê re hatin rizgarkirin, jiyan ji nû ve tê afirandin.