Li cihên ji çeteyan hatin azadkirin jiyan ji nû ve tê afirandin

Li Mebrûka, Ravya û Dehma, ku navendên girîng ên çeteyan bûn û bi Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya YPG'ê re hatin rizgarkirin, jiyan ji nû ve tê afirandin.

Ravya, Dehma û Mebrûpa, çend ji navendên girîng in, ku di encama şerê bêhempa yê YPG/YPJ ev du sal in li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dimeşîne de hatin azadirin. Li herêmê şopa şer hînê xuya dike. Şêniyên van navendan, jiyanê ji xweliya xwe ji nû ve ava dikin.

Piştî ku YPG'ê bi Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo re çend ji girîngtirîn navendên çeteyan Mebrûka, Ravya û Dehma rizgar kir, hêviyên ji bo jiyana nû afirîn.

ÇETEYAN BI ŞOPÊN ŞER RE HEWL DAN JIYANÊ TINE BIKIN

Bendên ji axê, tunelên dûr û dirêj ên hatine kolandin û xaniyên ji ber êrîşên çeteyan bûne xirbe, li herêma di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de derdikevin pêşiya me.

Bi Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya 6'ê Gulanê re Çiyayê Kizwanan, Mebrûka, Girê Spî û herî dawî jî Hesekê ji çeteyan hatin azadkirin. Çeteyên DAIŞ'ê yên bi xwarina derbên giran têk çûn, di 2'ê Cotmehê de êrîşî cihên weke Çiyayê Kizwanan, Gera û Bedî kirin û hewl dan dagir bikin. Lê belê mîna beriya niha, careke din li berxwedana tund û operasyonên taktîkî yên YPG'ê rast hatin û di encamê de bi dayîna gelek mirî û bi hiştina gelek çek û cebilxaneyan li dû xwe, ji herêmê neçar man vekişin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên nikarin li pêşberî YPG'ê bisekinin, li her cihê dagir kirine, jiyan ewçend herimandine ku nikaribe bê jiyîn. Mîna li gundên Asûriyan ên qiraxa Çemê Xabûrê, li gundên di navbera Serêkaniyê û Girê Spî û li navendên weke Mebrûka û Silûkê jî gelek bermayînên xwe yên şer hiştin.

Di pêvajoya ji nû ve avakirinê de, gel û YPG bi hev re hewl didin van wargehan veguherînin qadên jiyanê. Yek ji cihên jiyana nû hatiye avakirin Mebrûka ye.

GELÊ RAVYA: HÎNÊ ME QIRÊJIYA ÇETEYAN PAQIJKIRIN

Yek ji gundên ku çeteyan bi bendên ji axê, tunel, wesayîtên bombebarkirî û xefikên bûbî kirine jiyan lê neyê jiyîn, gundê Ravya ye. Ji şêniyên gundê Ravya jina bi navê Karra Nasir anî ziman ku piştî vegeriyane gund wan dest bi paqijkirina gund ji qirêjiya çeteyên DAIŞ'ê kirine û bi paqijkirina herêmê ji aliyê YPG'ê ve, ew êdî bi dilrehetî li malên xwe radizên. Karra Nasir a ku dîwarê hewşa mala xwe bi heriyê sewax kiriye, guleyeke mezin a hawanê ya ku çeteyan avêtin, daniye pêşiya mala xwe û bi vî rengî hewl dide balê bikişîne ser encamên şer.

Der barê jiyana xwe ya berî û piştî hatina YPG'ê de Nasir got, "DAIŞ'ê em bi zorê ji gund û malên me derxistibû. Piştî ku YPG hat em li malên xwe vegeriyan. Û niha ji bo tedarikkirina hemû pêwîstiyan YPG alîkariyê dide me. Zarokên me diçin dibistanê, em jiyana xwe ji nû ve ava dikin."

Ji şêniyên gundê Ravya Ebdaltal Huseyîn û Ahmed Hesen Hûvedî jî gotin, "Salek û 7 meh bûn çeteyên DAIŞ'ê em ji malên me, ji gundê me derxistibûn. Piştî ku YPG'ê gundê me rizgar kir, em li gund û malên xwe vegeriyan. Niha hewl tê dayîn ku xaniyên ji ber şe zerar dîtine, bên çêkirin. bi awayekî dilrehet em li mala xwe, jiyanê ji nû ve birêxistin dikin. YPG û rêveberiya kantonê ji bo pêwîstiyên me dibin alîkar."

KEYAYÊ RAVYA: JI BILÎ YPG'Ê KESÎ DESTÊ ALÎKARIYÊ DIRÊJÎ ME NEKIR

Keyayê gundê Ravya Abdulfakî Emer diyar kir ku berî sal û 7 mehan çeteyên DAIŞ'ê ew bi zorê ji cih û warên wan kirine û anî ziman ku niha dikarin bi dilrehetî li malên xwe bijîn.

Şêniyên gund ji bo pirsa "Çeteyan zerareke çawa dan Ravya?", cihên hatine şewitandin û hilweşandin nîşan dan û gotin, "Çeteyan ev der hemû weke eniyeke şer bi kar anîn. Lewma li ser navê jiyanê tiştek lê nemaye."

Gundî dibêjin, "Malên me ji aliyê DAIŞ'ê ve bi hawan, topan hatine bombekirin û nava gund û malan ji ber bombeyan ketine rewşeke welê ku nema lê bê jiyîn. Li her derê xendek hatine kolandin, li zevî û ser rêyan mayîn hatin çandin.

Ji bilî YPG'ê, ti kes nehat vê derê ji bo paqijkirina vir û afirandina jiyanê. YPG ji bo gund û zeviyên me ji mayînan paqij bike, şehîd da. Pêwîstiya me ya bingehîn; ji me re nan û avê tîne."

Şêniyên gund ji me re dibêjin ku dibistan vekirîne û xwendekar xwendina xwe dewam dikin.

LI HER DU ALIYÊN MEBRÛKA ŞER Û ŞÎDET LI PÊŞ ÇAVAN E

Yek ji cihên stratejîk ji bo çeteyên DAIŞ'ê Mebrûka ye. Çeteyan ji ber vê yekê ji aliyê leşkerî ve giranî danîbûn ser vê herêmê. Li vê derê, çeteyan li binê kolan û meydana tunel kolandin, qenal vekirin û cihên li binê erdê xwe lê veşêrin, çêkirin.

Çeteyên ku li vir şerekî giran meşandin, bi hiştina wesayîtên bombebarkirî, mayîn û xefikên bombeyî neçar man birevin.

Li rojhilatê Mebrûka gundên Ravya, Dehme û li rojavayê Mebrûka jî gundê Ebû Şexat ji aliyê çeteyan ve weke qereqolan hatin bikaranîn. Gundiyên Ebû Şexat, bi desteka YPG'ê re hewl dide jiyana li gund hatiye xerakirin, ji nû ve ava bikin.

Ji şêniyên gund Mîzal Salih ê bavê 14 zarokan got, "Em li aliyê din ê sînor, li başûr û li cihên din hinekî man. Piştî ku YPG'ê herêm ji çeteyan paqij kir, em vegeriyan."

...