Rêveberên ÎHD û xizmên windayan li Amed, Gever û Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 348'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan vê hefteyê bandajên reş girêdan û komkujî şermezar kirin.
AMED
Rêveberên ÎHD'ê û Xizmên windayan yên Amedê, bi boneya winda bên ditin û kujer bên darizandin, di hefteya 348'an de çalakiyên xwe li Parka Koşuyolu berdewam kirin. Xizmên windayan vê hefteyê bandajên reş girêdan û komkujiya li Enqereyê pêk hat şermezar kirin.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku hemû kesên tev li vê komkujiyê bûne û piştgirî dane komkujiyê şermezar dikin.
Bîlîcî, qedexeyên kolanan ên li Sûr, Yenîşehîr û Kerboranê jî şermezar kir û xwest bi lezgîn ev qedexeyên kolanan bi bi dawî bibin. Bilîcî ji leşkeriyê jî xwest li hemberî helwesta KCK'ê ya bêçalakbûnê operasyonan rawestinin ji hikûmetê xwest bi lezgîn operasyonên siyasî û leşkerî rawestîne. Bîlîcî, anî ziman ku ew vê çalakiyê ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan pêk tînin.
COLEMÊRG
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî ÎHD'ê û Xizmên windayan bi heman armancê di hefteya 79'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Kom dîsa li kolana Hunerê kom bûn û wêneyên windayan rakirin. Gelek welatiyan jî piştgirî dan çalakiyê. Xizmên windayan di vê hefteyê de Aqûbeta Mugdat Ozeken ê di 27'ê Cotmeha 1995'an de li gundê Alyawa hat revandin û hat qetilkirin xwendin.
Nûnerê ÎHD'ê yê Geverê Muhyettin Onal, komkujiya li Enqereyê pêk hat şermezar kir û diyar kir ku ewil li Amed, li Pirsûs û herî dawî li Enqereyê bi heman rengî komkujî pêk hatin. Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
ÊLIH
Rêveberên ÎHD'ê û Xizmên windayan ên Êlihê jî bi heman armancê çalakiya xwe li Kolana Gulistanê di hefteya 348'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê Mehmet Bagadir, anî ziman ku kaşkirina cenazeyê Hacı Lokman Birlik wîjdanê her kesî êşandiye. Bagadir komkujiya li Enqereyê şermezar kir û xwest her kes li aştiyê xwedî derkevin.