Dêrsim li hember komkujiyê li ser piyan e

Li dijî komkujiya li Enqereyê zêde dibin. Li Dêrsimê jî Meclîsa Gel a Dêrsimê li dijî komkujiya li hemberî Aştiyê pêk hat, xwerêveberî îlan kir.

Li dijî komkujiya li Enqereyê zêde dibin. Li Dêrsimê jî Meclîsa Gel a Dêrsimê li dijî komkujiya li hemberî Aştiyê pêk hat, xwerêveberî îlan kir.

Meclîsa Gel a Dêrsimê, li dijî komkujiya ku li Enqereyê di "Mîtînga Aştiyê" de pêk hat xwerêveberî îlan kir. Têkildarî êrîşa bombeyî Wekilên HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, saziyên sivîl ên civakî û bi sedan welatî li Qada Azadiyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Girsê piştî demekê çalakiya rûniştinê pêk anî daxuyanî da û komkujî şermezar kir.

Piştî çalakiya rûniştinê Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Ali Bul, biryara îlana xwerêveberiyê ya Meclîsa Gel a Dêrsimê xwend. Bûl, gelê Dêrsimê silav kir û diyar kir ku êdî li vî welatî wê pergalek navendî tine be û her herêm xwe bi xwe bi rê ve bibe û wiha got: "Em li Dêrsimê xwerêveberiyê cewherî îlan dikin."

Çalakî bi îlankirinê bi dawî bû.

...