Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî komkujiya li Enqereyê got: “Bêbandorkirina zîhniyet û polîtîkayên ev komkujî û şer derxistiye holê, ancax bi pêşxistina têkoşîna demokratîk mimkun e. Piştî vê komkujiyê hemû hêzên demokrasiyê, gelên me û gelê Kurd divê rabe ser piyan vê komkujiyê û kesên ev komkujî pêk anîne protesto bike.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ku têkildarî komkujiya Enqereyê daxuyaniyek da ev xisûs destnîşan kir: “Di pêvajoya hilbijartinê de piştî Amed û Pirsûsê komkujiya 3. a mezin pêk hat. Ev zîhniyet ku di mehên dawî de piştî li Cizîrê, Farqîn, Nisêbîn, Şirnex li gelek bajar û navçeyên weke wan komkujî pêk anî, îro li Enqereyê komkujiya herî mezin a pêk anî. Di mîtînga aştiyê ya Enqereyê de nêzî 100 mirovên me yên demokrat û kedkar hatine qetilkirin û bi sedan birîndar bûne. Em ji malbatên şehîdan, hêzên demokrasiyê û gelên me re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re şifaya lezgîn dixwazin.
Berpirsyarê vê komkujiyê teqez hikûmeta AKP’ê ye. Zîhniyeta AKP’ê, polîtîkayên AKP’ê yên hundir û derve Tirkiye aniye vê nuqteyê. AKP nikare vê komkujiyê biavêje ser rêxistinên din û xwe xelas bike. AKP bi van rêxistinên ku dixwaze komkujiyê biaveje ser wan re bûye yek. AKP, bi DAIŞ û hwd. bi zîhniyet û polîtîkayan ketiye nav hevkariyê. AKP, di atmosfera hebûna rêxistinên weke DAIŞ’ê re berê diçe bi ser hedefên xwe û dixwazin van hedefên xwe bipelçiqîne. Êdî gotina, ev çalakî ji aliyê DAIŞ an jî vê û wê rêxistinê kiriye, tê wateya mirov zîhniyet, polîtîka û pêkanînên AKP’ê nebîne û berevajîkirina rastiyan e. Komkujiyên wiha ku li hember hêzên civakî û siyasî yên AKP wan hedef nîşan dide ku pêk tên, nîşan dide li pişt vê hêzê kî heye. Hikûmeta AKP’ê vê û wê rêxistinê ku wek maske bikar tîne dixwaze hêzên muxalif ên li hember wê di nav helwesteke herî aktîf de ne, beralî bike.
AKP ne xwedî karaktereke demokratîk e. Ne xwedî wê ferasetê ye ku bi hilbijartinan bê desthilatdariyê û biçe. Lewma ji bo ji desthilatdariyê neçe her rê û rêbazî mubah dibîne. Ev komkujî pêwîst e wek komployeke ku hikûmeta AKP’ê dixwaze di desthilatdariyê de bimîne bê dîtin. Hikûmeteke ku ji bo di desthilatdariyê de bimîne şer da destpêkirin, dema dît ku wê hilbijartinê winda bike, weke beriya hilbijartina 7’ê Hezîranê serî li komkujiyekê daye.
Di rojeke ku tevgera me ji bo ewlekariya hilbijartinê pêk bê, asteng bike ku AKP bi zextan atmosfera hilbijartinê veguherîne lehê xwe, biryara bêçalaktiyê da pêkanîna vê komkujiyê pir manîdar e. Aşkera derketiye holê ku hikûmeta AKP’ê dixwaze di atmosfera şer de bikeve hilbijartinê û li ser vê esasî desthilatdariya xwe bidomîne. Ji ber dîtiye ku di nav şert û mercên asayî de hilbijartineke ku pêk bê wê winda bike serî li rêyeke wiha daye. Dema girêdana van komkujiyan a bi hilbijartinê re bê dîtin fail jî kî ye wê aşkera derkeve holê. Divê mirov li cihekî din li fail negere. Failê vê komkujiyê Erdogan û ekîba wî ya kontrgerîla ye. Weke di çapemeniyê de bi dehan caran hatiye ziman Gladyoya Qesrê ye.
Çawa hat bihîstin ku wê tevgera me bêçalaktiyê îlan bike, ya destpêkê ji vê aciz bû hikûmeta AKP’ê û Gladyoya Qesrê bû. Yalçin Akdogan ê di nav Gldyoya Qesrê de cih digire bi gotina, ‘Zikê me ji tiştên wiha re têre’ bê di nav zîhniyeteke siyasî û pêkanîneke çawa de ne nîşan daye. Nexwestina hilbijartin di nav ewlekariyê û bêpevçûn de pêk bê, rûyê rastî yê hikûmeta AKP’ê bi her awayî raxistiye ber çavan.
HHikûmeta AKP’ê ya meşruiyeta xwe winda kiriye ji bo di desthilatdariyê de bimîne, naxwaze ev rewşa şer ji holê rabe. Hikûmeteke ku meşruiyeta wê nemaye ku destpêkê şer daye destpêkirin û niha dixwaze vê bi israra berdewam bike re em bir û bi rû ne.
Bêbandorkirina zîhniyet û polîtîkayên ev komkujî û şer derxistiye holê, ancax bi pêşxistina têkoşîna demokratîk mimkun e. Piştî vê komkujiyê hemû hêzên demokrasiyê, gelên me û gelê Kurd divê rabe ser piyan vê komkujiyê û kesên ev komkujî pêk anîne protesto bike. Êdî Tirkiye bi hikûmeta AKP’ê re nikare ti pirsgirêkê çareser bike. Ne li hundir ne li derve nikare bigihêje aştiyê. Tirkiye ancax dema ji hikûmeta AKP’ê rizgar bû û gihişt rêveberiyeke demokratîk wê pişya van komkujî û şeran bê girtin. Li ser vî esasî hemû hêzên demokrasiyê pêwîst e bibin yek, hevpar tevbigerin û têkoşîna demokrasiyê pêş bixin.
Pêwîst e gelên me bi çalakiyên xwe yên demokratîk hesab ji van berpirsyarên komkujiyê bixwazin. Vê komkujiyê ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê bikin wesîleya pêngaveke demokratîk. Roj roja hesabpirsîna ji hêzên qetlîamker e. Roj roja rizgarbûna ji hikûmeta AKP’ê û avakirina Tirkiyeya demokratîk e.”