BI DÎMEN

Rebîn Omer: Çareseriya pirsgirêka Kurd bi Bakur dibe

Rojnamevan nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Rebîn Omer ê ku rewşa kaotîk a li Sûriyeyê û herêmê ji nêz ve dişopîne, destnîşan kir ku eger Kurd di vê demê de polîtîkayeke rast bimeşînin, wê encamên girîng bi dest bixin.

Rojnamevan nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Rebîn Omer ê ku rewşa kaotîk a li Sûriyeyê û herêmê ji nêz ve dişopîne, destnîşan kir ku eger Kurd di vê demê de polîtîkayeke rast bimeşînin, wê encamên girîng bi dest bixin.

Omer bibîr xist ku şerê li herêmê veguherî şerekî mezhebî û got, "Bi ti awayî şerê gelan nîne. Lê belê şer êdî div ê astê de bi sînor nema. Bi daketina Rûsyayê li qadê re, veguherî têkoşîna navbera hêzên global. Pêwîste Kurd di vir de berjewendiyên xwe rast hesap bikin. Bi ti awayî divê tevlî şerê mezhebî nebin. Mîna ku li Kobanê hat dîtin, selefî dikarin ji her derê destekê werbigirn. Lê belê mîna li Kobanê divê Kurd siyaseteke rast û taktîkeke rast a parastinê nîşan bidin."

Omer da xuyakirin ku du hêzên super ne cara yekemîn e tên hemberî hev û got, "Rûsyayê xwe nêzî Komara Mahabadê kir. Dûre xwe nêzî Brîtanya û DYA kir. Encam jî diyar e. Niha her du nêz xwe nêzî Kurdan dikin. Lê belê divê Kurd di vir de siyaseteke rast bimeşînin. Niha li herêmê pêwîstî bi Kurdan heye."

Omer diyar ki rku Pentagon li xwe mukur hatiye ku tekane tifaqa wan a bejahî hêzên YPG/YPJ'ê ye û ev xal destnîşan kir: "Girîng e Kurd di navbera van her du hêzan de pozîsyoneke rast diyar bikin. Lê li gorî min, pêwîste nêzbûyîna Rûsya ya li rejîma Ereb bê dîtin. Lewma divê Kurd hîn bêhtir û nêztir têkiliyê bi DYA û hêzên koalîsyonê re deynin."

Der barê rola Bakurê Kurdistanê ya li ser van qewimînan de Omer ev nirxandin kir: "Têkoşîna li wê derê gelekî girîng e. Mînak; Îbrahîm Ahmed di nirxandineke xwe de destnîşan kiribû ku pirsgirêka Kurd ancax li Bakur çareser bibe. Rewşa Kurdan a li wê derê bandorê li hemû parçeyan dike. Lê belê dewleta Tirk, ji bilî asîmîlekirinê bi ti perspektîfê nêzî Kurdan nabe. Di tevahiya dîroka Komara Tirkiyeyê de ev siyaset hat meşandin."

Omer ragihand ku di encama têkoşîna 40 salan a PKK'ê de di 7'ê Hezîranê de şikestinek rû daye û bibîr xist, ku Kurdan benda hilbijartinê ya rejîma darbeyê hilweşandine.

Omer bal kişand ser êrîş û komkujiyên Erdogan û hikûmeta AKP'ê li hemberî Kurdan piştî encamên hilbijartinê dan destpêkirin û anî ziman ku Kurdan li hemberî vê dest bi xweparastina demokratîk kirin.

Omer destnîşan kir ku têkoşîna PKK û HDP dimeşîne ji bo gelan xeta têkoşînê ya herî demokratîk e û got, "Lewma ragihandina xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê di cih de ye û mafekî demokratîk e. Xwerêveberiya Kurdan mafê herî xwezayî ye. Ji xwe Kurdan biryara vê dane. Di hilbijartinên herêmî de û di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de biryara vê dane."

Omer da xuyakirin ku divê parçeyên Başûr û Rojvayê Kurdistanê jî destekeke cidî bidin Bakurê Kurdistanê.

Ji bo krîzên li Başûrê Kurdistanê jî Omer anî ziman ku ev krîz ji ber xwe ve derneketine holê, hatine afirandin û got, "Balkêş e di dema ku Kurd herî zêde dewlemendin de van krîzan rû dan. Krîza ji aliyê pirsgirêka serokatiyê ve hatiye afirandin e. Bi dîtina min divê YNK, Tevgera Goran, Yekgirtû Îslamî û Komala Îslamî heta dawiyê projeyên xwe biparêzin û bixin meriyetê."

Ji bo çareseriya van krîzan jî Omer bal kişand ser daxuyaniya KCK'ê ya ji bo navbeynkariyê û got, "KCK hêzeke Kurdistanî ye. Weke hêzeke sêyemîn pêşniyar ji bo tevlîbûna li nava pêvajoya çareseriya krîzê, girîng e. Divê Kurd di navbera xwe de pirsgirêkan çareser bikin. Li şûna ku dewletên li herêmê bibin navbeynker, pêwîste hemû Kurd li hev kom bibin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lewma pêşniyara KCK'ê di cih de ye."