Ji KCK'ê biryara bêçalakîtiyê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Di çarçoveya bangên ji nava Tirkiyeyê û ji derve hatin kirin de, tevgera me biryar daye ku heta êrîşek li hemberî gelê me û hêzên gerîla neyê kirin, wê hêzên gerîla di rewşa bêçalakiyê de bin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Di rewşeke ku şer giran bûye, AKP bi derewa 'em gefê li ewlekariya hilbijartinê dixwin' tevdigere û hewl dide sedemên şerê ku daye destpêkirin ji gel veşêre de, di çarçoveya bangên ji nava Tirkiyeyê û ji derve hatin kirin de, tevgera me biryar daye ku heta êrîşek li hemberî gelê me û hêzên gerîla neyê kirin, wê hêzên gerîla di rewşa bêçalakiyê de bin. Hêzên me yên gerîla wê di vê pêvajoyê de, xwe ji pêkanîna çalakiyên plankirî vegirin, ji bilî parastina rewşa xwe ya heyî wê nekeve nava ti tevgerê û nekeve nava ti hewldaneke zerarê bide pêkhatina hilbijartinan bi awayekî wekhev û adîl.

Agahiyê berfireh piştî kêliyeke din tên..