Ji şervanên azadiyê nameyên ji bo Ocalan
Gerîla bi salane ji Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan re nameyan dinivîsînin. Ev nameyên di arşîva gerîla de tên veşartin, ji bo rojekê bigihêjin ber destê Ocalan, bi hesasiyeteke mezin tên parastin.
Gerîla bi salane ji Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan re nameyan dinivîsînin. Ev nameyên di arşîva gerîla de tên veşartin, ji bo rojekê bigihêjin ber destê Ocalan, bi hesasiyeteke mezin tên parastin.
Gerîla bi salane ji Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan re nameyan dinivîsînin. Ev nameyên di arşîva gerîla de tên veşartin, ji bo rojekê bigihêjin ber destê Ocalan, bi hesasiyeteke mezin tên parastin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan rastî tecrîd û gelek pêkanînan hat. Ji bo çûyîna Îmraliyê, ku bi polîtîkayên ewlekariyê yên taybet tê bi rê ve birin, destûr bi tenê ji kesên ji aliyê dewletê ve tên diyarkirin ve, tê dayîn. Di nava bi sed hezaran nameyên nagihijên Girava Îmraliyê de, nameyên gerîla jî hene. Me xwe gihand van nameyên di arşîva gerîla de û bûn hevparê hestên gerîla yên ji Ocalan re nivîsandine.
Gerîlayên ku tecrîda bi salan a li ser Rêberê Gelê Kurd qebûl nakin û azadiya Ocalan kirine armanca xwe, bi dilên xwe yên ber bi azadiyê ve lê didin, hesretên xwe ji çiyayên Kurdistanê radigihînin Girava Îmraliyê.
'TU BÛYE PARÇEYEKÎ DILÊ MIN'
Gerîlaya YJA Starê Aştî Mêrdîn di nameya xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wiha dibêje: "Hînê biçûk bûm min navê te bihîst. Min nizanîbû welat çi ye, azadî çi ye. Haya min ji tiştekî tinebû, di cîhana xwe ya biçûk de dijiyam. Min nizanîbû azadî çi ye, yan jî em dîlgirtî ne yan na. Gelek tişt ji aliyê me hemûyan ve dihat dîtin. Lê belê me wate nedidanê. Ji ber ku me ya jê çêtir nedîtibûn, ku em zanibin rewşa me nebaş e. Cîhana min ji çar dîwaran pêk dihat. Û rojekê berfînên te hatin ji çiyayên bilind. Min nizanîbû li wan deran, mîna me zindî hene. Di destpêkê de tirsiyam, dûre min li rengê wan, li kenê wan, li ronahiya rûyê wan temaşe kir. Û ji min re qala te kirin, bedewiya xwe ji te wergirtibûn. Tu bû asoyê min, paceya min a li jiyan, cîhana nû vedibe. Li dû jî be, bi naskirina te re, tu bû parçyeke ji dilê min. Min guhdarî li dengê dilê xwe guhdarî kir, te bang li min kir, 'li çiyê me, were'. Çawa ku jiyanek bêyî dûrketina ji çavkaniya jiyana xwe nikare bijî, min jî da dû te û hatim van deran. Yekane daxwaza min, yekane xwesteka min, ji bo carekê jî be, dîtina te ye. Û dema li te geriyam, min jin dît. Jina hatiye kuştin. Jin bi ronahiya te ji nû ve mîna kulîlkekê şîn bû. Bi re xwegihandibû jiyanê. Ez nîhê li dû te me, heta ku dilê xwe ji tarîtiyê rizgar bikim, heta ku xwe bigihînim te, ev meşa min ya zor û zehmet wê ti carî nesekine."
'TE EM GIHAND BIHARÊN HÊVIYÊ'
Gerîlaya YJA Starê Zîlan Zînê di nameya xwe ya bi navê 'ji mirovê bedew re de destnîşan kiriye, ku ew heta hucreyên xwe hatiye talankirin, hiş û mejiyê wê hatiye zindîkirin, ketiye rewşeke welê ku ji xaka xwe, ji gelê xwe şerm bike. Zînê diyar dike ku di encama hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mejiyê wê ronî bûye, gihaştiye nêrîna xwe û got, "Ez di nava 'xebata we ya pîroz' de ji nû ve afirîm û bûm xwedî vê xebatê. Keda we bû sedem ku li çiyayên azadiyê ji bo bedewiyan şer bikim. Ew hêz hêza we bû. We em kirin kevokên aştiyê û li ezmanan firandin. Li çiyayê azadiyê, we bihara azadiyê dan me. We em gihandin biharên hêviyê."
Zînê di dewama nameya xwe de ragihand, ku ew li çiyayên azad di nava zor û zehmetiyan de hîn bûne biafirînin û got, "Di her kêliyê de, di dil, mejî û ruhê xwe de em we dijîn. Dibe ku hûn li Îmraliyê di hucreyeke teng, biçûk û tarî de ne. Lê dilê we bi bihar hêviyê tijî ye.
'EM BIRYARDARÎ Û DILSOZIYA XWE DIŞÎNIN ÎMRALIYÊ'
Gerîla Yekta Colemêrg jî bi gotina "Xewn û xeyal be yan jî dilsoziya bi xetê re jî, ji ber nivîsandina vê nameyê ez gelekî bi kelecan im. Hestên welê dijîm ku bi tenê kûrbûn, nêrîn an jî dilsoziya fîzîkî têra wan nakin. Eger ava Dîcle û Firat bibe hibir û hemû dar bibin kaxiz jî ez ê nikaribim mafê vê nameyê bidim. Ji bedewiyên Zagros, Cîlo û Govendê bi hezkirin, dilsozî û biryardariyê silavên xwe dişînim ji Serok Apo re" hestên xwe tîne ziman û dest nîşan dike, ku yê azadî, wekhevî û demokrasî daye mirovê Kurd, li dijî desthilatdariya li hemberî jinê şer dike, jin ronî kiriye û ji her alî ve ber bi jiyana rast ve kişandiye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
'PARASTINA BEDEWIYÊN ŞÎN DIBIN, WEZÎFEYEKE E'
Gerîlaya YJA Starê Serkeftin Hebûn di nivîsa xwe ya bi sernavê "Ji hezkirina rastî ya dilê me Serok Apo" re got, "Gelê me yê ku di nava tarîtiyê de, di bin giraniya ewrên reş û tarî de dijî, bi tirseke mirovan ji mirovahiyê dûr dixîne dijî. Ne dikare bibîne, ne bibihîze ne jî biaxive. Di vê rewşa ku tirs li her derê belav bûye de, jiyan dibe dojeh. Bi tenê roj dikare tarîtiyê ji holê rake. Roja li welatê me hilat, tiştên nû di dilê me de şîn kir. Roja ku can da xaka me, di nava mirovên me de rê li ber guherînan vekir. Daxwaz û dildariyek ji bo jiyanê derket holê. Tov şîn bûn û bûn şitil. Ewrên reş careke din xwe nîşan dan. Lê belê êdî vejînê destpê kiribû. Wezîfeya me; parastina bedewiyên şîn bûne ye."