Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Di rewşeke ku şer giran bûye, AKP bi derewa 'em gefê li ewlekariya hilbijartinê dixwin' tevdigere û hewl dide sedemên şerê ku daye destpêkirin ji gel veşêre de, di çarçoveya bangên ji nava Tirkiyeyê û ji derve hatin kirin de, tevgera me biryar daye ku heta êrîşek li hemberî gelê me û hêzên gerîla neyê kirin, wê hêzên gerîla di rewşa bêçalakiyê de bin. Hêzên me yên gerîla wê di vê pêvajoyê de, xwe ji pêkanîna çalakiyên plankirî vegirin, ji bilî parastina rewşa xwe ya heyî wê nekeve nava ti tevgerê û nekeve nava ti hewldaneke zerarê bide pêkhatina hilbijartinan bi awayekî wekhev û adîl."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku bi encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê re li Tirkiye û Kurdistanê rihetbûnek derketiye holê û got, "Atmosfereke ku wê demeke ji çanda û rewşeke demokratîk pêk were, pêl bi pêl li Kurdistan û Tirkiyeyê belav bû. Her kes gihaşt wê baweriyê, ku piştî demeke aloz û tengezar, wê pirsgirêkên giran ên berê werin çareserkirin û pêşî li Tirkiyeyeke aram û aştiyane vebe. Di nava gelên Tirkiyeyê de jî hêvî derket holê, ku têkoşîna bi dehan salan belasebep nehatiye dayîn û wê Tirkikyeyeke demokratîk a ji jiyana azad a gelan, pêk were. Ne tenê gelên Tirkiyeyê, hemû gelên herêmê jî bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re ketin nava bendewariyeke erênî ya ji bo pêşerojê."
DI 7'Ê HEZÎRANÊ DE, AKP A KU JI BILÎ XWE HER KESÎ TINE DIHESIBÎNE, WINDA KIR
KCK'ê diyar kir, ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, AKP a ku ji bilî xwe hemû hêzên siyasî tine dihesibîne winda kiriye û bi cihgirtina nûnerên Kurd, Elewî, sosyalîst, demokratên çep, sosyalîst, Suryanî, Êzidî, Ereb, Azerî, Ermenî û Mihelmiyan re, rastiya Meclîsek li rewşa civakî ya Tirkiyeyê tê, derket holê.
KCK'ê got, "Bûyîna Meclîseke ji pêkhatina neteweya demokratîk, yanî temsîlbûna her beşên civakê, di heman demê de tê wateya avabûna Meclîsek dikare hemû pirsgirêkên welêt li ser bingeha demokratîk çareser bike. Zêdeyî ji sedî 40 ê parlamenterên HDP'ê jin in, ev yek di warê berfirehbûyîna karaktera demokratîk a Meclîsê de bûye pêşketineke gelekî girîng. Bi windakirina AKP a xwedî feraseta otorîter-hegemonîk re, derketina Meclîseke bi vî rengî, bûye sedem ku barê giran ê travmatîk ê li ser pişta gelên me bê rakirin û Tirkiye rehet bibe. Bi vî rengî, di nava tevahiay Tirkiyeyê de, kêfxweşiya jiyana aram û biratiyê, bêyî cudahiya partiyan li nava hemû civakê hatiye hîskirin.
Lê belê, di rewşeke ku Tirkiyeyê hêviya jiyana bi hev re ya di nava demokrasiyê de bi dest xist û pêkhateya Meclîsê jî derfet da vê rewşê de, Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî yên ji vê tabloya baş aciz bûn, hînê di navbera partiyan de hevdîtinên ji bo avakirina hikûmetê destpê nekiribûn, qala hilbijartina dubare û pêşwext kirin. Cihgirtina HDP'ê li Meclîsê qebûl nekirin û hînê ji roja destpêkê ve li hemberî HDP'ê dest bi kampanyayeke qirêt û gemarî kirin. Tevî ku gelên me ji encamên hilbijartinê û ji ruhê 7'ê Hezîranê kêfxweş jî bû, AKP û MHP ji vê rewşê aciz bû. Ev aciziya wan hem zîhniyeta wan nîşan dide hem jî ya ku rewşa heyînî ya piştre qewimand, ev zîhniyet û polîtîka ne."
AKP'Ê DI 24'Ê TÎRMEHÊ DE LI DIJÎ TEVGERA AZADIYÊ YA KURD ŞER ÎLAN DA DESTPÊKIRIN
Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir:
"AKP a ku encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê tine hesiband û ji bo dest ji desthilatdariyê bernede her rê û rêbaz ceriband, hînê ji destpêkê ve darbeyeke siyasî ya ji bo pêknehatina hikûmeteke nû xist meriyetê û ket nava lêgerîna rewakirina desthilatdariya xwe ya nerewa. Ji bo vê armanca xwe jî, mîna hemû desthilatdariyên faşîst û otorîter, serî li amûra şer da, ji bo xwe weke hikûmeteke qaşo li dijî terorîzmê şer dike nîşan bide, di 24'ê Tîrmehê de li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd şer daye destpêkirin. Piştre Davûtoglû gelek caran got, 'Di têkoşîna li dijî terorîzmê de me Tirkiye bê hikûmet nehişt'. Bi vî rengî li xwe mukur hat ku ji bo desthilatdariya xwe li ser piyan bigire, ev şer daye destpêkirin.
Ev şerê ji bo Tayyîp Erdogan û AKP li ser desthilatdariyê bimîne hat destpêkirin, li gorî biryara di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya 30'ê Cotmeha 2014'an hatiye meşandin. Bi armancên xwe yên bi vê biryara şer re, şerekî ji armancên wan ên hevpar, li hemberî gelên me dane destpêkirin.
Rêber Apo, ji bo biryara şer a di civîna MGK a 30'ê Cotmehê de hat wergirtin pûç bike û demokratîkbûyînê bixe rojevê, hînê di Mijdara 2014'an de Pêşnûmeyeke Muzakereya Demokratîk pêşkêş kir û ji bo li ser vê pêşnûmeya muzakereyê mutabaqat bê kirin, ket nava hewldanên berfireh. Di dawiyê de Pêşnûmeya Muzakereyê ya li ser li hev hat kirin, di 28'ê Sibatê de pêşkêşî raya giştî hat kirin. Vê mutabaqata li Dolmabahçeyê hat aşkerakirin, di nava raya giştî û gelên Tirkiyeyê de rê li ber hêviyeke aştiyê ya mayînde vekir. Lê belê serokê saziyeke dewletê ya li ser çareseriya pirsgirêka Kurd bêpolîtîka ye Tayyîp Erdogan, di çarçoveya biryara şer a di 30'ê Cotmehê de hat wergirtin, hem Mutabaqata Dolmabahçeyê red kir, hem jî biryar da ku li hemberî Rêber Apo yê ku ji bo çareseriya demokratîk a siyasî û demokratîkbûyînê di nava hewldanên mezin de ye, tecrîd were meşandin. Bi vî rengî biryara şer a 30'ê Cotmehê li ser vê bingehê hat destpêkirin, polîtîkaya tengezariyê hat birêvebirin û pratîkbûyîna biryara şer jî, ji dema piştî hilbijartinên 7'ê Hezîrane re hatiye hiştin.
Weke ku tê zanîn, beriya hilbijaritnê gelek provokasyon û tehrîkên mezin hatine kirin, tevî vê yekê jî tevgera me ya azadiyê bi sebir tevgeriya ye, ji bo hilbijartin di rewşeke bêpevçûn, aram û demokratîk de pêk were hesasiyeteke mezin nîşan daye. Ji bo rastiya neteweya demokratîk bê nîşandan û hêzên demokratîk ên şoreşger hîn bêhtir bi bandor bibin, serketina siyaseta demokratîk a HDP'ê girîng dît û li gorî vê yekê helwest nîşan da. Ji xwe, Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û li ser vê bingehê pêşengiyê ji demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn re bike, bi salan nêzîkatiya herî maqûl nîşan da, di vê çarçoveyê de ket nava hewldanên berfireh. Bi pêkanîna agirbest û rewşa bêçalakîtiyê re, xwestiye pirsgirêk bi rêyên demokratîk siyasî bê çareserkirin. Lê belê, di serî de Tayyîp Erdogan hikûmeta AKP'ê ev nêzîkatiya me îstîsmar kiriye, rewşa ji aliyê me ve hat afirandin, ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe weke zemînekê bi kar aniye. Dema dît ku xapandin û mijûlkirinê nema dikare bidomîne, berê xwe daye polîtîkaya eciqandina Tevgera Azadiyê ya Kurd bi şîdetê re. Tevî ku ji bo çareseriya pirsgirêkê nêzîkatiya herî maqûl Rêber Apo nîşan dide jî, ev şeş meh in di nava mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ev rewş bi tena serê xwe nîşan dide bê şer ji aliyê kê ve hatiye destpêkirin. Ji xwe Ahmet Davûtoglû yê ku anî ziman ku wan biryara vî şerî piştî çalakiyên 6-8'ê Cotmehê yên ji bo piştgiriya Kobanê wergirtine, di heman demê de mukur hatiye ku ev bûyerên diqewimin, bi çi rengî derketine holê.
AKP HER ROJ DUBARE DIKE KU WÊ VÎ ŞERÎ HETA DAWIYÊ BIMEŞÎNIN
Rayedaren AKP'ê ev du meh in dibêjin, 'Em ê wan ji kokê ve rakin, em ê vî karî bibin heta dawiyê, em ê pişta wan bişikînin'. Ev gotinên AKP'ê bi awayekî şênber polîtîka û planên AKP'ê raxistine pêş çavan. Ji bo bangên raya giştî yên sekinandina şer, tevî ku me bersiva 'Bila agirbesteke du alî ya zeximkirî pêk were, bi Rêberê me re bila di nava mercên azad de muzakere werin kirin, ji bo vê bila Heyeta Şopandinê were avakirin û bila çavdêr bikevin dewrê' dan jî, hikûmeta AKP'ê bi ti awayî bersiveke erênî nedaye van bangan. AKP her roj dubare dike ku ew ê bi tepisandinê re serî bidin tewandin û heta vê armanca xwe ew ê şer bidomînin. Piştî ku gerîla derbên giran li êrîşên bi vê ferasetê hatin kirin xistin, vê carê jî hikûmeta AKP'ê êrîşî vîna xwerêveberiyê ya gelê Kurd a ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê kir û hewl da berxwedanê bişikîne.
Piştî ku şer û renga aloz bi êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gel zêde bû, ji raya giştî ya Tirkiyeyê û gelek hikûmetên dwelatan, banga rawestandina şer hatin kirin. Bi taybetî hêzên siyasî û dewletên ji nêz ve bi Rojhliata Navîn û Sûriyeyê re eleqedar dibin, ji bo rewşa şer a li Rojhilata Navîn girantir nebe, xwestin şer û pevçûnên li Tirkiyeyê werin sekinandin. Tevgera me çend caran bersiv daye van bangan û diyar kir, ku ji muzakereyên çareseriyê yên bi sermuzakerevaniya Rêberê me re amade ye. Ji ber ku di pêvajoya hilbijartinê de ev bang zêde bûn, rêveberiya me li hev kom bû, rewşa heyî nirxand û ji bo bersivê bide bangên tên kirin, biryarek wergirt.
RÊBER APO Û TEVGERA ME, ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD HER TIM GIRÎNG DÎTINE
Rêber Apo û tevgera me, çareseseriya pirsgirêka KUrd a li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê her tim girîng dîtine. Lewma, ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê li ser bingeha demokratîkbûyînê, encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê girîng dîtiye. Encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo Tirkiyeyê hînê weke xaleke werçerxê dibîne. Her çend AKP û hin hêz tine bihesibînin jî, di pêşeroja Tirkiyeyê de encamên van vê hilbijartinê wê roleke girîng bilîze. Tabloya ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê derxist holê û zîhniyeta ev yek derxist holê, wê bêhtir bi pêş bikevin û Tirkiyeyeke demokratîk û nû biafirînin.
AKP'ê hînê ji destpêkê ve berê xwe da propaganda reşkirinê ya bi îdîaya 'encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi zexta PKK'ê derket holê' û ev rewş di heman demê de ji bo êrîşa li ehmberî tevgera me ya azadiyê û gelê me, weke hincetekê nîşan daye. Ji bo di dema hilbijartinê de zextan zêde bike û van zextên xwe rewa bike, vê argumanê her bi kar tîne û ji bo girankirina şer di dema hilbijartinê de, vê yekê ji xwe re dike hincet.
ME BIRYAR DA HÊZÊN ME XWE VEKIŞÎNIN REWŞA BÊÇALAKÎTIYÊ
Di rewşeke ku şer giran bûye, AKP bi derewa 'em gefê li ewlekariya hilbijartinê dixwin' tevdigere û hewl dide sedemên şerê ku daye destpêkirin ji gel veşêre de, di çarçoveya bangên ji nava Tirkiyeyê û ji derve hatin kirin de, tevgera me biryar daye ku heta êrîşek li hemberî gelê me û hêzên gerîla neyê kirin, wê hêzên gerîla di rewşa bêçalakiyê de bin. Hêzên me yên gerîla wê di vê pêvajoyê de, xwe ji pêkanîna çalakiyên plankirî vegirin, ji bilî parastina rewşa xwe ya heyî wê nekeve nava ti tevgerê û nekeve nava ti hewldaneke zerarê bide pêkhatina hilbijartinan bi awayekî wekhev û adîl.
Hikûmeta AKP'ê bi polîtîka, helwest û gotinên xwe re nîşan dide, ku wê di hlibijartinê de zext û hîleyan bike. Fikar û gumaneke bi vî rengî, ji her demê bêhtir di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de zêde bûye. Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku gelek heyetên çavdêr ên ji hundir û derveyî Tirkiyeyê, di serî de li Kurdistanê li hemû herêmên Tirkiyeyê belav bibin û ji bo pêkhatina ewlekariya hilbijartinê bixebitin. Ji bo careke din AKP nikaribe bêje 'ev zext hat kirin, bi vî rengî bandor li encamên hilbijartinê hatin kirin', girîng e hesasiyet û xebateke bi vî rengî were nîşandan. Tevgera me wê di vî warî de ji her alî ve alîkariyê bide heyetan û li her cihê lê bi bandor e, karekî di vê çarçoveyê de hêsan bike.
DIVÊ HEMÛ DEWLET, HÊZÊN NAVNETEWEYÎ û DERDORÊN LI TIRKIYEYÊ JI NÊZ VE PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNIN Û BI BERPIRSYARÎ RABIN
Hemû hêzên navneteweyî, dewlet û derdorên ku ji bo avêtina vê gavê bang kirin, girîng e vê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin, rolên xwe bilîzin, hestyariya pêwîst nîşan bidin, bangan bikin û mudaxleyên pêwîst bikin. Bêguman divê hêzên demokrasiyê, li hemberî êrîşên vê demê yên li dijî vîna xwerêveberiyê ya gelê me, helwesta demokratîk nîşan bidin. Girîng e hêzên demokrasiyê û gelê me, li gorî êrîşên tên kirin, xwe sist nekin, tawîz ji ruhê berxwedanê nedin û di vê mijarê de hesas bin.
Pêwîste hêzên demokratîk şoreşger ên li Tirkiyeyê, hemû hêzên xwe li pêşberî gelên Tirkiyeyê berpirsyar dibînin zanibin ku ev nêzîkatiya me, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, aştî û aramiyê ye. Di serî de pirsgirêka Kurd, heta ku hemû pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê neyên çareserkirin, nepêkane aştî û aramî li Tirkiyeyê mayînde bibin. Ji ber ve yekê, ji bo polîtîkayên otorîter, hegemonîk û zextdar ji holê bên rakirin û Tirkiye di rêgeha demokratîkbûyînê de were bicihkirin, divê hemû hêzên demokrasiyê, şoreşger û hêzên xwe li pêşberî gelên Tirkiyeyê berpirsyar dibînin, bikevin nava hewldanên mezin û di vî warî de têbikoş in. Di rewşeke ku hebûna gelê me nayê naskirin û azadiya gelê me bicih nayê anîn de, bendewariya her tim ji me tê hêvîkirin, çareseriyeke mayînde bi xwe re nîne.
Em di wê baweriyê de ne ku eger xwedî li encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê bê derketin û ev destketî were pêşvebirin, wê Tirkiye demokratîk bibe û ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan wê pêşketinên girîng biafirin. Em bann li hêzên demokrasiyê dikin ku ji bo demokratîkbûyîn û çareseriya mayînde ya pirsgirêkan, helwestên bi awayekî vekirî xwe nîşan bidin û di vî warî de em di têkoşîna wan de serketinê dixwazin."