Gerîlayê HPG’ê Mîrzaxanî li Wanê spartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Behzat Mîrzaxanî yê 6'ê Cotmehê di êrîşa li hemberî Qereqola Kanîsipiyê ya navçeya Elbakê ya Wanê de ji aliyê cerdevanan ve hat qetilkirin li Taxa Atlilar hat definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Behzat Mîrzaxanî yê 6'ê Cotmehê di êrîşa li hemberî Qereqola Kanîsipiyê ya navçeya Elbakê ya Wanê de ji aliyê cerdevanan ve hat qetilkirin li Taxa Atlilar hat definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Behzat Mîrzaxanî (Şiyar Elmas) ê  6'ê Cotmehê di êrîşa li hemberî Qereqola Kanîspiyê ya navçeya Elbakê ya Wanê de ji aliyê cerdevanan ve hate qetilkirin li Taxa Hespîstanê ya Elbakê hat definkirin. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Wanê Mûnîr Araz, rêveberên DBP û HDP'ê yên Elbakê û bi sedan kes tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Mîrzaxanî ji Wanê bi konvoyê anîn navçeyê û birin goristana tax. Di ketina tax de cenazeyê Mîrzaxanî ji aliyê welatiyan ve hat hilgirtin û heya goristanê bi meşê birin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan, wêneyên Mîrzaxanî hatin hilgirtin û dirûşm hatin berzkirin. Piştî wecîbeyên olî yên li goristanê cenazeyê Mîrzaxanî hat definkirin.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Wanê Munîr Araz axivî û wiha got: "Em di şexsê Heval Şiyar de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Dijminê me bê rêgez û exlaq êrîşan dike."

Araz bal kişand ser êrîşa bombeyî ya li Enqere pêk hat û wiha axivî: "Di teqîna Enqere de gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Em baş dizanin ku teqîna li wir bi ya Pirsûsê ve girêdayî ye. Em baş dizanin ku hovîtiya li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tê kî dike. Hovîtiya li Kurdistanê tê kirin weke hovîtiya DAIŞ'ê ye."