Însiyatîfa Gel a Amedê: Divê gelê me biherike qada çalakiyan

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Amedê, der barê komkujiya li Enqereyê û êrîşên AKP'ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Amedê, der barê komkujiya li Enqereyê û êrîşên AKP'ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya însiyatîfê de hat gotin, "Pêwîste jiyana li Amedê îro ji rêzê nebe û teavhiya gelê me biherike qadên çalakiyan."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji bo pêşî li şerê ji aliyê qesrê ve tê meşandin were anîn, bi pêşengiya KESK'ê hat xwestin MEŞA AŞTIYÊ ya mezin were lidarxistin. Lê belê çeteyên qesrê bi hovane û namerdî êrîşî mîtîngê kirin û komkujî kirin. Em vê komkujiya bi fermana qesrê hatiye kirin, lenet dikin. Ji welatiyên me yên jiyana xwe ji dest dane re rehma xwedê, ji malbatan re sebrê û ji welatiyên me yên birîndar re şîfa xêrê dixwazin.

Şerê înkar û tinekirinê yên li hemberî gelê ku ji bo parastina hebûn û azadiya xwe têdikoşe hatiye destpêkirin, ancax bi berxwedaneke hevpar em dikarin bisekinînin. Ji ber ku bi tenê berxwedan di destê Kurdan de maye. Gelê me yê ku dizane azadî bi berxwedanê dibe, wê van êrîşan careke din bi berxwedanê bişikîne. Di serî de gelê Amedê bi pêşvebirina şoreşê li hemû parçeyên Kurdistanê, em bi berxwedana şoreşgerî re têkoşîna azadiyê bimeşînin, pêwîstiyên xeta Rêbertî bi cih bînin û li pêşberî gel û dîrokê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî welatparêzî bi ser bixînin. Di bi ser xistina vê yekê de weke gelê Amedê yê welatparêz, weke hevrêyan, weke civaka Kurdistanê em bi biryar in. Biryara demokrasî, azadî û xwerêvebirinê vê carê ji aliyê gel ve hatiye dayîn. Bicihanîna pêwîstiyê vê biryarê, ji bo me her kesî, ji bo me hemû hevrêyan, ji bo me gel û tevgerê, wezîfeya jêneveger e. Em bawerin ku em ê vê wezîfeyê di xeta serketinê de bi serketinên mezin bi cih bînin. Em xwedî vê biryardarî û baweriyê ne. Li ser vê bingehê, ji bo şikandina êrîşên hovane yên dijmin û pêkanîna azadiyê, em bang li gelê xwe yê welatparêz û vîna têk naçe ya gel dikin, ku heta serketinê bi vê biryardariyê bimeşin û ala têkoşînê her bilind bikin.

'PÊWÎSTE GELÊ ME BIHERIKE QADÊN ÇALAKIYAN'

Ji bo pêşîgirtin û şikandina konsepta tinekiriyê ya li Pirsûsê destpê kir, li Cizîr, Gimgim, Nisêbîn, Farqîn û Bismilê dewam kir û îro jî li Enqere, Sûr, Lice û gelek cihên din hînê tê meşandin, em bang li tevahiya gelê xwe yê li Amedê dikin ku berxwedana topyekûn bilind bike û dest bi çalakiyan bike."

Însiyatîfê destnîşan kir ku divê gelê Amedê ji niha û pê ve bi çalakiyên xwe re her derê bike keleha berxwedanê û got, "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin. Bi berxwedanê re, bi xwerêveberiyên demokratîk û azad re em e bi ser bikevin."