Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek ê piştî teqîna li Enqereyê ya bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn ji ANF’ê re axivî got: "Êdî dem hatiye mîlyon li hember hikûmeta AKP’ê ya qetlîamker rabin ser piyan” û banga têkoşînê li gel kir.
‘BI TEMAMÎ TERORÎZM E'
Yuksek bi bîr xist ku ev komkujî xala ku polîtîkayên AKP’ê welêt aniye çi rewşê ye û got: “Bi mehane komkujiya li Kurdistanê li hember gel ji aliyê hikûmeta AKP’ê pêk tê, li navenda Enqereyê bi heman şêwazî bi destê çeteyan pêk tê. Ev komkujiyê ji AKP’ê ne serbixwe ye. Tê fêmkirin ku bi destê çete û pêkhateyên gladyo yên AKP pêş dixe ev komkujî pêk hatiye.”
Yuksek nirxandina “Bi temamî terorîzm, ev komkujiyên AKP’ê yên li hember gelên ji bo aştiyê hatine gel hev in” kir. Yuksek anî ziman ku ev komkujiya li hember mirovên xwestine bi xurtî banga bidawîkirina polîtîkayên şer ên AKP’ê bikin pêk hatiye bi temamî terorîzm e.
Yuksek bal kişand ser dema komkujiyê û got: ''Xisûseke din jî ev e ku piştî daxuyaniya PKK’ê ya wê agirbestê îlan bike pêk hatiye. AKP bersivê dide agirbestê. Nêzîkatiya, ‘Ez çareserî û aştiyê naxwazim, ez ê di şer de israr bikim’ e. Heta eger hûn Eger hûn li daxuyaniyên Cigîrê Serokwezîr Yalçin Akdogan ên van her du rojan ên têkildarî agirbesta PKK’ê binêrin, hûn ê bibînin bê ev teqîn û qatilên vê êrîşê kî ne.”
'PÊWÎST E MÎLYON DAKEVIN QADAN'
Yuksek li hember konsepta şer bang li mîlyonan kir ku rabin ser piyan û berxwedanê û wiha dewam kir: “Eger dema li nîvê Enqereyê bi dehan mirov bên qetilkirin xwedîderketinek çênebe, wê sibe AKP welêt veguherîne gola xwînê.
Mimkun e AKP her kesê ji bo aştî û çareseriyê derkeve kolanan qetil bike. Pêwîst e sed hezar, mîlyon dakevin qadan, nerazîbûna xwe nîşan bidin.”