KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Polîsan li Cizîrê ciwanek birîndar kirin
Li Cizîrê polîsan ciwanê bi navê Ahmet Îdîz ê ku ji kar vedigeriya mala xwe li Taxa Cûdî birîndar kirin. Îdîz ji ber guleya polîsan a li çavê wî ket bi giranî birîndar bû. -
Adem Sevînç ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin spartin axê
Adem Sevînç ê 17 salî yê li navçeya Gever a Colemêrgê ji aliyê tîmên taybbet ji pişt ve hat qetilkirin, ji aliyê deh hezaran ve ber bi bêdawîbûnê ve hat oxirkirin. -
Bagci hat girtin
Hevşaredara Qerqelî Handan Bagci, Cîgirê Hevşaredar Okan Bayram û Muxtarê Taxa Dereman Hasan Onsaçma hatin girtin û ew şandin girtîgehê. -
Wesayîtên bêplaqe li taxên Wanê digerin
Tîmên taybet ên ev 2 roj in taxên Wanê dorpêçkirine, danê êvarî ciwanên ku komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin gulebaran kirin. -
Çalakiya Ciwanan a bîsîkletan li Cenevre bi dawî bû
Ciwanên Azad bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 2’yê Cotmehê li bajarê Strasboûrg ê Fransa dest bi çalakiya bîsîkletan kiribûn, bi mîtînga li pêşiya Avahiya Mafên Mirovan a (NY) a li Cenevre bi çalakiya xwe bi dawî kirin. -
Li sê taxên Nisêbînê qedexeya derketina kolanan
Li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat û Yenîşehîr ên Nisêbînê, careke din ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Li gor walîtiyê qedexe saet 22.00’ê şevê dikeve meriyetê. -
Tîmên taybet li Wanê 3 zarok bi giranî birîndar kirin
Li Taxa Karşiyaka ya Wanê Tîmên taybet 3 zarok bi giranî birîndar kirin. -
YDG-H: Ji bo parastina xwerêveberiyê divê ciwan bikevin tevgerê
YDG-H, diyar kir ku di serî de ciwanên welatparêzên Kurdistanê, ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê ji bo li hember AKP’a rejîma paşverû û hevkarê DAIŞ’ê ye, qadên xwerêveberiyê biparêzin, pêwîstiya topyekûn ketina nav tevgerê anî ziman. -
Nasnameya 4 şervanên YPG/YPJ’ê hat aşkerakirin
Navenda Çapemenî û Raghandinê ya YPG’ê nasnameya 4 şervanên YPG’ê û YPJ’ê yên ku di demên cuda de di berxwedana kantonên Rojava de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. -
Atalay li Wanê hat şermezarkirin
Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Beşîr Atalay, ji bo nimêja Înê ku çû Misgefta Ûlû hat protestokirin -
4 kes li Agirî hatin girtin
Li Agiriyê 4 kesên yek jê zarok ên hatin binçavkirin bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin. -
Di çalakiyên gerîlayan de 18 leşker hatin kuştin, 23 leşker birîndar bûn
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyan de li gor ên hatine tespîtkirin 18 leşker mirine, 3 jê giran 23 leşker jî birîndar bûne. -
Cenazeyê gerîlayekî hat teşhîskirin
Ji 18 cenazeyên gerîlayên HPG'ê yên li Meletî tên sekinandin cenazeyek din ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin û 3 malbatên din jî ji ber bombebaranê nekarin cenazeyan teşhîs bikin. -
HPG: Qada Şehîd Gafûr bi bombeyên fosfor hat bomberdûmankirin
Êrîşên artêşa Tirk ên li hember herêmên gerîlayan didomin. Li herêmên Garê, Metîna û Zapê ku pêgerên hewayî yên bêmirov keşfan pê tînin, qada Şehîd Gafûr bi bombeyên gazê hat bomberdûmankirin. -
DBP: Bi pêngavên Ocalan re komplo pûç bûye
DBP'ê, lenet li Komploya Navneteweyî anî û xwest, Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. -
Cenazeyê Kavak ê dawî li jiyana xwe anî li Amedê hat veşartin
Cenazeyê Rojhat Kavak ê li Swîsreyê dawî li jiyana xwe anî, li cem gora bavê xwe Cemal Kavak hat veşartin. -
Li Şengalê derba giran li çeteyan hat xistin: 11 çete hatin kuştin
Li Şengalê, di operasyoneke berfireh a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de 11 çete hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn. -
Malbata Adem Sevînç: Dewletê gule li kurê me yê dihat malê reşand
Tîmên tevgera taybet, Adem Sevînç ê 17 salî qetil kirin. Malbata Sevînç nerazîbûneke tund nîşanî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan da. -
Komploya Navneteweyî wê li Amedê bê şermezarkirin
Li Amedê, bi pêşengiya DBP'ê wê bi çalakiyekê komploya navneteweyî were şermezarkirin. -
Çalakiya bi bisîlketan wê li Cenevreyê bi mîtîngekê bi dawî bibe
Tûra bisîkletan a bi pêşengiya Ciwanên Azad ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, dewam dike. Di beşa îro ya tûrê de ciwan ji Nyonê berê xwe didin Cenevreyê. -
YPG: Îdîayên El Nûsra derew in
YPG'ê diyar kir ku îdîayên çeteyên El Nûsra ku dibêjin "YPG'ê wesayîteke bombebarkirî danî pêşiya navendeke me" derew in. -
Hevşaredara Qerqeliyê jî hat binçavkirin
Hevşaredara Qerqeliyê Handan Bagci û Alîkarê Hevşaredaran Okan Bayram hatin binçavkirin. -
NPG: Em sala 18. a Komploya Navneteweyî bikin sala azadiya bi Rêber Apo re
Fermandariya NPG di daxuyaniya bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî de got, "Êdî dem hatiye, ku em komploya navneteweyî tevî hemû hilweşandinên rê li ber vekiriye, biavêjên çopê." -
KCD, komploya navneteweyî şermezar kir
KCD got, "Bi bîr bû baweriya azadiya Birêz Ocalan re em komploya navneteweyî lanet dikin." -
Ok: Berê Amerîka û Rûsyayê li Kurdan e
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok destnîşan kir ku her kes dizane eger li hemberî DAIŞ’ê têkoşînek bê dayîn, derveyî têkoşîna YPG, YPJ’ê ev ne mimkûn e. Ok, got her kes vê rastiyê dizane, Amerîka jî Rûsya jî vê rastiyê tînin ziman.