Cenazeyê gerîlayekî hat teşhîskirin

Ji 18 cenazeyên gerîlayên HPG'ê yên li Meletî tên sekinandin cenazeyek din ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin û 3 malbatên din jî ji ber bombebaranê nekarin cenazeyan teşhîs bikin.

Ji 18 cenazeyên gerîlayên HPG'ê yên li Meletî tên sekinandin cenazeyek din ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin û 3 malbatên din jî ji ber bombebaranê nekarin cenazeyan teşhîs bikin.

Ji 18 cenazeyên gerîlayên HPG'ê yên li Goristana Bajar a Meletî di konekî de tên girtin û ji ber hatin texrîbkirin nayên teşhîskirin cenazeyekî din ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Zanyar Mihmmed Fur ê ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye û di bombebaran li Şemzînan de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin. Cenazeyê Fur piştî çend rojên din wê teslîmî malbatê bê kirin.

CENAZEYÊ 2 HPG'IYAN JÎ NEHAT TEŞHÎSKIRIN

Malbatên Atsak û Atabay ên ji Wanê hatin Meletî jî ji ber cenaze hatine texrîbkirin cenaze teşhîs nekirin. Malbatan ji bo testa DNA'yê xwîn dan û vegeriyan Wanê.