NPG: Em sala 18. a Komploya Navneteweyî bikin sala azadiya bi Rêber Apo re

Fermandariya NPG di daxuyaniya bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî de got, "Êdî dem hatiye, ku em komploya navneteweyî tevî hemû hilweşandinên rê li ber vekiriye, biavêjên çopê."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), der barê 17. salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê got, "Êdî dem hatiye, ku em komploya navneteweyî tevî hemû hilweşandinên rê li ber vekiriye, biavêjên çopê."

Fermandariyê, komplo şermezar kir û şoreşgerên bi şiyara 'hûn nikarin roja me tarî bikin' li dijî komployê têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.

Fermandariya NPG'ê di daxuyaniya xwe de got, "Em hemû şehîdên xwe yên leheng ên di kêliya destpêkê ya vê neqehiya mezin a li dijî gelê me de bi şiyara 'hûn nikarin roja me tarî bikin' re li dora Serok Apo civiyan û xeleke ji agir afirandin, di şexê hevrêyên xwe Halît Oral û Tayhan de careke din bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku heta azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê xurt bikin û bîranîna wan bidin jiyîn."

'GELÊ KURDISTANÊ YEK JI KEVINTIRÎN GELÊN VÊ XAKÊ YE'

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de got, "Tevî ku gelê Kurdistanê yek ji kevintirîn gelên vê xaka qedîm e jî, ji aliyê hêzên mêtînger û hêzên hegemonîk ên dixwazin cîhanê bi rê ve bibin ve, tê xwestin bê tinekirin" û ev xal destnîşan kir:

"Gelê Kurd ê mafê xwe yê zimanê dayikê jî nehatiye naskirin û ji hemû mafên xwe yên însanî bêpar hatine hiştin, ji bo bidestxistina mafên xwe yên xwezayî têdikoşiya û ji ber vê sedemê jî her tim bi komplo û lîstikên tarî re hewl hatiye dayîn dawî li vê têkoşîna gelê Kurd bê anîn. Têkoşîna PKK'ê ya bi pêşengiya Rêber Apo, ku raperîna herî dawî û herî mezin a gelê Kurd e, di encama hevkariya paşverûtiya herêmê û desteka hêzên kapîtalîst modernîst de, hatiye xwestin ku di şexsê Rêber Apo de bê tinekirin."

'ALTERNATÎFA NÛ YA RÊBER APO, HÊZÊN SERDEST TIRSANDIYE'

Fermandariya NPG'ê da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi felsefeyeke nû û bi nêrîneek hemdem, xeta Kurdê azad afirandiye û got, "Ji ber ku ev xet, têkoşîna biratî, azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn li hev dicivîne û li ser vê bingehê li hemberî modernîteya kapîtalîst alternatîfeke nû derdixîne holê, hemû hêzên serdest ji vê tirsiyane."

Daxuyaniya NPG'ê bi vî rengî dewam kir: "Tevgera serhildanê û berxwedana lehengî ya gerîla, ku tevî rêbazên qirkirinê yên dewletê yên mîna komkujî û kuştinên kiryar ne diyar bi pêş ketin, vê êrîşa navneteweyî bi giranî pûç kirine. Di encama vê berxwedana mezin de, şervanên azadiyê yên Kurdistanê xwe gihandine wê astê ku li gelek herêmên Kurdistanê rê nedin zordaran û li gelek qadan serdest bidin. Di encama vê berxwedanê de, gelê me rêxistinbûyîn û yekîtiya xwe bilind kiriye û li herêma Rojhilata Navîn veguheriye aktorekî girîng.  Xeta Kurdê azad a ji aliyê Rêber Apo ve hat afirandin, bi berxwedana xwe ya dîrokî ya li hemû qadan a li dijî Komploya Navneteweyî re, Rêber Apo bi hêza xwe ya bê hempa ya vîn, berxwedêrî û sebra mezin a di nava sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê de, hiştin ku Komploya Navneteweyî bi ser nekeve. Ev sekna Rêber Apo û perspektîfa wî ya îdeolojîk-felsefî, ji şoreş û berxwedana Rojava re bûye bingeh, ji tevahiya Kurdistanê re jî bûye havênê serhildana neteweyî-demokratîk. Encamên Pêngava 25'ê Tîrmehê ya Mezin, ku bi perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşger gelê me îro li dijî faşîzma AKP'ê dimeşîne, pratîkkirina xweseriya demokratîk weke alternatîfekek nû û berxwedana li ser vê bingehê tê meşandin jî, pêvajoya bi temamî tinebûna Komploya Navneteweyî xistiye rojevê.

'ROJÊN AZAD NÊZ IN'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, komplo bi temamî têk naçe.

Fermandariya NPG'ê diyar kir, ku dema asta têkoşîna azadiyê û gelê Kurd xwe gihandiyê bê nirxandin, wê were dîtin ku rojên azad ne dûr in û da zanîn, ku dem hatiye êdî komploya navneteweyî tevî hilweşînên rê li ber vekiriye, bê avêtin.

Fermandariyê got, "Weke Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê em diyar dikin, ku bi têgihiştina vê rastiyê, bi hemû rêxistinbûyîn û hêza xwe re em ê bibin nobedarên Rêberê xwe û destketiyên gelê xwe; ji bo sala 18'an a komployê bibe sala saziyê, em ê di têkoşîna gelê xwe ya li dijî komployê de bibin neferê fedaî, li ser vê bingehê berpirsyariyên xwe ji her demê bêhtir bi xurtî û biryardarî bi cih bînin."