Çalakiya bi bisîlketan wê li Cenevreyê bi mîtîngekê bi dawî bibe
Tûra bisîkletan a bi pêşengiya Ciwanên Azad ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, dewam dike. Di beşa îro ya tûrê de ciwan ji Nyonê berê xwe didin Cenevreyê.
ANF
NYON
în, 9 kewçêrê 2015, 10:52
Tûra bisîkletan a bi pêşengiya Ciwanên Azad ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, dewam dike. Di beşa îro ya tûrê de ciwan ji Nyonê berê xwe didin Cenevreyê. Çalakî wê îro bi dawî bibe. Di çarçoveya çalakiyê de wê li ber avahiğya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê, mîtînga şermezarkirinê were lidarxistin.
Çalakiya bisîkletan a ciwanên Kurdistanî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2'ê Cotmehê de li bajarê Fransa Strasboûrgê dan destpêkirin, di roja 7. de bi coşeke mezin dewam dike.
Ciwanên ku rêya ji 423 kîlmetreyî li dû xwe hiştin, îro ji bajarê Nyonê diçin bajarê Cenevreyê. Ciwan wê li ber avahiya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, mîtîngekê lidar bixin.