Çalakiya Ciwanan a bîsîkletan li Cenevre bi dawî bû

Ciwanên Azad bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 2’yê Cotmehê li bajarê Strasboûrg ê Fransa dest bi çalakiya bîsîkletan kiribûn, bi mîtînga li pêşiya Avahiya Mafên Mirovan a (NY) a li Cenevre bi çalakiya xwe bi dawî kirin.

Ciwanên Azad bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 2’yê Cotmehê li bajarê Strasboûrg ê Fransa dest bi çalakiya bîsîkletan kiribûn, bi mîtînga li pêşiya Avahiya Mafên Mirovan a (NY) a li Cenevre bi çalakiya xwe bi dawî kirin.

Bi pêşengiya Ciwanên Azad  ji bo azadiya Ocalan çalakiya bîsîkletan li pêşiya Avahiya Mafên Mirovan a NY bi mîtîngekê bi dawî bû.

Ciwanên Azad bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 2’yê Cotmehê li bajarê Strasboûrg ê Fransa dest bi çalakiya bîsîkletan kiribûn, li pêşiya Avahiya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre bi mîtîngekê çalakiya xwe  bi dawî kirin.

Ciwanan 423 km li pey xwe hiştin, li pêşiya Avahiya Mafên Mirovan a NY tevlî mîtînga bi pêşengiya Tevgera Jinan ên Swîsreyê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hember Ocalan pêk hatiye bûn. Di mîtîngê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” dihatin gotin, tevî Kurdistaniyan kesên Swîsreyî jî bi baldariyek zêde tevlî mîtîngê bûn.

ERTAŞ: AŞTIYEK BÊ SEROKATÎ ÇÊNABE

Berzan Ertaş ciwanekî tevlî çalakiya bîsîkletan bibû, got ku armanca çalakiyê şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ji bo pêkanîna azadiya Ocalan e. Ertaş di axaftina xwe de got, “Aştiyek bê Rêbertî pêk nayê” û destnîşan kir ku pêwîst e tecrîda li ser Ocalan rabe, bi awayekî fîzîkî jî divê azad bibe. Her wiha diyar kir ku wê çalakiyên wan jî heta Ocalan azad bibe, bidome.

ÇELÎK: AZADIYA OCALAN AZADIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN E

Piştî Ertaş mafê axaftinê ji nûnerên Tevgera Jinan ên Swîsre Derya Çelîk wergirt û got: “Em lanetê li welatên di komployê de cih girtine dibarînin.”

Çelîk girîngiya Ocalan wiha aşkera kir: “Azadiya Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e.”

Piştî axaftinan mîtîng bi dawî bû.

...