YDG-H: Ji bo parastina xwerêveberiyê divê ciwan bikevin tevgerê

YDG-H, diyar kir ku di serî de ciwanên welatparêzên Kurdistanê, ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê ji bo li hember AKP’a rejîma paşverû û hevkarê DAIŞ’ê ye, qadên xwerêveberiyê biparêzin, pêwîstiya topyekûn ketina nav tevgerê anî ziman.

YDG-H, diyar kir ku di serî de ciwanên welatparêzên Kurdistanê, ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê ji bo li hember AKP’a rejîma paşverû û hevkarê DAIŞ’ê ye, qadên xwerêveberiyê biparêzin, pêwîstiya topyekûn ketina nav tevgerê anî ziman.

Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Di encama êrîşên hêzên şerên taybet ên bi Qesrê ve girêdayî û dewleta Tirk a dagirker de, 2’yê Cotmehê li Farqînê Emrah Kaytali û Vedat Akçan û di heman rojê de li navenda Şirnexê hevalê me yê ciwan Sîdar Saka (Erdal), dema xwerêberiya gelê me îlan kiribû diparastin, bi lehengî li ber xwe dan û gihiştin şehadetê. Di serî de em li hember bîranîna hevalên me yên şehîd bejna xwe ditewînin, em soz didin ku em ê bi pêşxistina xwerêveberiyan bîranînên wan li Kurdistanê zindî bihêlin.

Li Kurdistanê ji 24’ê Tirmehê û vir ve rejîma dagirker bi giştî hêrsa xwe ve êrîşî bajar, gund û bajarokên welatên me kir, êrîşî tevahî çiyayên me kir, gorên şehîdên me yên pîroziyên herî bilind ên gelê me jî tehemul nekirin, şehîdgeh bomberdûman kirin.”

YDG-H destnîşan kir ku dewleta Tirk di bajarên ku hewl da veguherîne girtîgehên ser vekirî xwest gelê wan bixin girtîgehan, li hember cenazeyên şehîdan jî kiryarên derveyî mirovatiyê pêk anîn û wiha berdewam kir: “Armanca van êrîşan bêguman, îradeya gelê me ya xwerêveberiyê şkandin û teslîmgirtin e. Ev armanca dagirkeriyê xeyalekî vala ye û dagirkerî çawa êrîş dike bila bike; wê nikaribe berxwedana ciwanan Kurdistanê ya xwerêveberiyê bişkîne. Ciwanên Kurdistanê di biryara mezinkirina xweparastinê de ne.

Di serî de ciwanên welatparêzên Kurdistanê, ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê ji bo li hember AKP’a rejîma paşverû û hevkarê DAIŞ’ê, qadên xwerêveberiyê biparêzin pêwîst e em topyekûn bikevin nav tevgerê. Roj roja bi mezinkirina berxwedanê û ji holê rakirina faşîzmê ye.”