YPG: Îdîayên El Nûsra derew in
YPG'ê diyar kir ku îdîayên çeteyên El Nûsra ku dibêjin "YPG'ê wesayîteke bombebarkirî danî pêşiya navendeke me" derew in.
YPG'ê diyar kir ku îdîayên çeteyên El Nûsra ku dibêjin "YPG'ê wesayîteke bombebarkirî danî pêşiya navendeke me" derew in.
Fermandariya Giştî ya Hêzên YPG’ê li bajarê Helebê der barê îdîayên çeteyên El-Nûsra de daxuyaniyek da raya giştî û got ku yekîneyên wan tiştek wisa nekirine û her tiştê ku ew dikin, radighînin.
Daxuyaniya YPG'ê bi vî rengî ye:
"Ev îdîayên çeteyên El-Nûsra ku dibêjin yekîneyên me wesayîteke bombebarkirî danîne pêşiya navendeke wan, ne rast in. Yekîneyên me dema ku çalakiyekê dikin em yekser radighînin û înkar nakin. Yekîneyên me karên dij mirovahiyê yên bi vî rengî nakin.
Em van îdîayên çeteyan ên bê bingeh ku armanca dikin, Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê reş bikin, bi tundî şermezar dikin. Em bang li tabûrên Artêşa Azad dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin û sînorekî ji kiryarên El-Nûsra û alîgirên wê re deynin."