Adem Sevînç ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin spartin axê

Adem Sevînç ê 17 salî yê li navçeya Gever a Colemêrgê ji aliyê tîmên taybbet ji pişt ve hat qetilkirin, ji aliyê deh hezaran ve ber bi bêdawîbûnê ve hat oxirkirin.

Adem Sevînç ê 17 salî yê li navçeya Gever a Colemêrgê ji aliyê tîmên taybet ji pişt ve hat qetilkirin, ji aliyê deh hezaran ve ber bi bêdawîbûnê ve hat oxirkirin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê ciwanê 17 salî Adem Sevînç duh bi şev ji aliyê tîmên taybet ve ji pişt ve hat qetilkirin. Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê cenazeyê Sevînç ber bi navçeyê ve hat birêkirin. Cenazeyê Sevînç li ser Pira Şakîtan a 20 kîlometre dûrî Geverê ye ji aliyê konvoyeke mezin a wesayîtan hat pêşwazîkirin. Kesên li ser rêgehê jî daketin ser rê bi nîşanêyên serketinê û dirûşman ji bo tevlî merasîma cenaze bibin ketin rê.

Dema konvoya cenaze hate navenda sûkê, esnafan dikanên xwe girtin û tevlî merasîmê bûn. Parlamenterên HDP’ê yên Colemêrgê Abdûllah Zeydan û Nîhat Akdogan jî di nav de bi hezaran kes, li pey posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Sevînç ketin meşê.

Di demek kurt de kesên tevlî merasîmê bûn hejmara wan gihişt deh hezaran, dirûşmên, “Erdoganê Qatil”, “PKK Tolhildan”, “Bijî Berxwedana Geverê” û “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor” hate gotin. Cenaze anîn Mizgefta Mehmet Şerîf Kûtlar û li vir karûbarên olî bi cih anîn. Piştre ciwanan cenaze girtin ser milên xwe, tepsiyek hine jî pê re anîn Şehîdgeha Ormanê. Li beramberî Şehîdgehê, li avahiyak bilind ala TEV-DEM’ê hate daliqandin, li şehîdgehê alên PKK û KCK’ê hatin vekirin. Lorikên hevalên Sevînç, di merasîmê de demên hêstiyar çêkir. 

'KESÊN 17 SAL BERÊ KOMPLO PÊK ANÎN NIHA ZAROKÊN 17 SALÎ QETIL DIKIN'

Piştî karên defnkirinê, bi sirûda “Çerxa Şoreşê” rêz hate girtin. Piştre Parlamenterê HDP’ê Akdogan axivî û got: “Ev dewleta ku vî zarokê 17 salî qetil kir, em bi hezaran caran lanetê lê tînin. Kesên ku zarok û ciwanan qetil dikin êdî li Kurdistanê cihê wan tineye.”

Hevserokê Meclîsa Gel a Geverê Şerafettîn Dede jî bal kişan ser Komploya 9’ê Cotmehê û got: “Hêzên komploger zarokên Kurdan qetil dikin. Ev şehîda, şehîdê xwerêveberiyê ye. Êdî divê em zêdetir xwedî li xweseriya demokratîk û meclîsên xwe derkevin. Ev mafek e, em li mafê xwe xwedî derkevin.”

Piştî axaftinan girse ji şehîdgehê veqetiya, tîmên taybet li ser Cadeya Îpekyolu, Terqerêya YSE’yê bi guleyên plastîk û bombeyên gazê êrîşî ciwanên kombûyî kirin, li hember wê jî ciwan ketin xweparastinê û li ber xwe dan.

Ciwanan bi taybet li taxên Esentepe û Esenyûrtê ketin xweparastinê û bersiv dan êrîşên polîsan. Li hember berxwedana ciwanan, polîsan ji wesayîtên zirxî guleyên rastî bikar anîn. Piştî polîsan xwe ji taxan kişandin, pevçûn sekinîn.

Nobeda ciwanan a li taxan didome.