4 kes li Agirî hatin girtin
Li Agiriyê 4 kesên yek jê zarok ên hatin binçavkirin bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
Li Agiriyê 4 kesên yek jê zarok ên hatin binçavkirin bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
Li Agiriyê 4 kesên yek jê zarok ên hatin binçavkirin bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
Welatiyên bi navê Feyyaz Keklîk, Mehmet Şakîr Çaçan û zarokê bi navê M.O. (17) yên ku duh di meşa Rêxistina DBP'ê de pankarta "Em komployê şermezar dikin. Em rêveberiya xweser a gelê xwe silav dikin" hilgirtin hatin binçavkirin piştî îfadeyên midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê bi îdîayên "Endamên rêxistinê ne" û "Propagandeya rêxistinê kirin" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û bi heman hincetan hatin girtin.
Welatiyê bi navê Serhat Gunbat ê ku li navenda bajar hat binçavkirin piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan û dozgeriyê bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hat girtin.