Atalay li Wanê hat şermezarkirin
Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Beşîr Atalay, ji bo nimêja Înê ku çû Misgefta Ûlû hat protestokirin
Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Beşîr Atalay, ji bo nimêja Înê ku çû Misgefta Ûlû hat protestokirin
Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê û namzetê AKP’ê yê Parlamenteriyê yê rêza yekem ê Wanê Beşîr Atalay, îro li Mizgefta Ûlû nimêj kir. Dema Atalay ket mizgeftê gel bi dengekî bilind nerazîbûn nîşanî Atalay da. Koma ji bo nimêjê hatibû bi gotina, ‘Em diz û haramzadeyan di mizgeftê de naxwazin’ nerazîbûn nîşan da. Dema Atalay bersiv da komê alozî derket. Li gor agahiyên şahidên bûyerê Atalay ê çaketê xwe da parêzvanên xwe çû bi ser komê de û kesên li derdorê Atalay bi zehmet sekinandin.
Alozî piştî Atalay ji mizgeftê veketiya bi dawî bû.