Komploya Navneteweyî wê li Amedê bê şermezarkirin
Li Amedê, bi pêşengiya DBP'ê wê bi çalakiyekê komploya navneteweyî were şermezarkirin.
Li Amedê, bi pêşengiya DBP'ê wê bi çalakiyekê komploya navneteweyî were şermezarkirin.
Rêxistina DBP'ê ya Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Bi armanca şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan de ji aliyê hêzên navneteweyî ve li hemberî tevahiya gelê Kurd hat kirin, em ê îro (9'ê Cotmeh 2015) saet di 14:00 de meşekê lidar bixin. Meşa ku wê ji aliyê partiya me ve bê organîzekirin, wê li ber avahiya partiya me ya Amedê destpê bike û li Parka Koşûyolû bi dawî bibe."
Di meşa ku wê KCD, KJA, HDP û rêxistinên civakî yên sivîl jî destekê bidin de, hevşaredar, parlamenterên HDP'yî, nûnerên saziyên civakî yên sivîl, rojnamevan û nivîskar amade bin.