Polîsan li Cizîrê ciwanek birîndar kirin
Li Cizîrê polîsan ciwanê bi navê Ahmet Îdîz ê ku ji kar vedigeriya mala xwe li Taxa Cûdî birîndar kirin. Îdîz ji ber guleya polîsan a li çavê wî ket bi giranî birîndar bû.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di seatên nivro de li Duryana Dortyolê polîs bi wesayîtên zirxî lê cih bûn û bi seatan rasterast dan ber bombeyên gazê û êrîş pêk anîn. Polîsan di seatên şevê de jî bi guleyên rastî êrîşî Taxa Cûdî kirin. Di encama gulebarana polîsan de ciwanê bi navê Ahmet Îdîz bi giranî birîndar bû.
Îdîz dema ji otela lê dixebitî di seatên êvarî de vedigeriya mala xwe li Kolana Yavuz a Taxa Cûdî bi giranî birîndar bû. Îdîz ji aliyê welatiyan ve birin cihekî bi ewle û piştre bi ambulansa hat Kolana Nusaybînê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.