DBP: Bi pêngavên Ocalan re komplo pûç bûye
DBP'ê, lenet li Komploya Navneteweyî anî û xwest, Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.
DBP'ê, lenet li Komploya Navneteweyî anî û xwest, Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.
Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a Amedê, li ber avahiya bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê û komloya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.
'LI ÎMRALIYÊ BERXWEDANA DESTANÎ HAT NÎŞANDAN'
Daxuyanî ji ali yê Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Alî Şîmşek ve hat dayîn. Şîmşek got, "Ev vê komploya gemarî ya navneteweyî, ku di şexsê Birêz Abdullah Oaclan de li dijî yekîtî, biratî, azadî û pêşeroja gelên Rojhilata Navîn hat kirin, careke din lenet dikin. Ev komploya gemarî ya ji bo gelê Kurd bê rêber, bê nasname, bê statu bê hiştin hat kirin, bi pêngav û paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan re hatiye pûçkirin."
'ÎZOLASYONA LI HEMBERÎ OCALAN DEWAM DIKE'
Şîmşek di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser tecrîda şidandî ya 16 salan a li Girava Îmraliyê û got, "Birêz Ocalan bi berxwedan û pêşniyarên xwe yên çareseriyê re, nirxên hevpar ên gelên Rojhilata Navîn zêdetir kir, ji bo pêşeroja demokratîk û azad a gelên me hêvî afirand û di Newroza 2013'an de bi perspektîfa çareseriyê ya pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn kir re, pêvajoyeek nû da destpêkirin."
Şîmşek diyar kir ku tevî van pêşniyarên Ocalan ên ji bo çareseriyê jî, planker û hêzên komplo bi rê ve birine, komplo nû kirine û di tarîkirina pêşeroja gelên me de israr kirine. Şîmşek got, "Ji bewr vê yekê sîstema tecrîdê ya Îmraliyê hatiye girankirin û îzolasyona li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tê dewamkirin."
JI BO PÊŞEROJA AZAD Û DEMOKRATÎK DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Gelên me û hemû gelên dost û bira dengê xwe bilind dikin, ku şertê jêneveger ê avakirina welat û pêşerojek azad û demokratîk azadiya Ocalan e û ev yek pêwîstiya sereke ye. Em careke din ji raya giştî re radigihînin ku weke gelê Kurd, em azadiya xwe û azadiya Birêz Ocalan yek dibînin. Em komploya gemarî ya navneteweyî careke din lenet dikin."