Bagci hat girtin

Hevşaredara Qerqelî Handan Bagci, Cîgirê Hevşaredar Okan Bayram û Muxtarê Taxa Dereman Hasan Onsaçma hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

Hevşaredara Qerqelî Handan Bagci, Cîgirê Hevşaredar Okan Bayram û Muxtarê Taxa Dereman Hasan Onsaçma hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

Hevşaredara Qerqelî Handan Bagci, Cîgirê Hevşaredar Okan Bayramli ser îtîraza dozger careke din hatin binçavkirin û hatin girtin. Polîsên ku danê sibehê hatin şaredariyê Bagci û Bayram li ser îtîraza dozger binçav kirin. Endamê Meclîsa Şaredariyê Kasim Hazir jî li ser Cadeya Ataturk ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Dîsa Muxtarê Taxa Aksorgûç Hasan Onsaçma jî ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Bagci, Bayram Hazir ê ji sedî 70 astengdar e û Onsaçma yên anîn Edliyeya Navçeyê paşê şandin Wanê. Parêzer ku îtîrazî dadageheke jortir kirin, 1. Dadgeha Sulh Ceza ya Wanê  der barê Bagci, Bayram û Onsaçma de biryara girtinê da û Hazir serbest berda.

Bagci, Bayram û Onsaçma şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.