KCD, komploya navneteweyî şermezar kir
KCD got, "Bi bîr bû baweriya azadiya Birêz Ocalan re em komploya navneteweyî lanet dikin."
KCD got, "Bi bîr bû baweriya azadiya Birêz Ocalan re em komploya navneteweyî lanet dikin."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em, komploya navneteweyî ya ku di şexsê Birêz Ocalan de yekîtî, biratî, azadî û pêşeroja gelan hedef girt, careke din bi tundî şermezar dikin."
'ARMANCA KOMPLOYÊ TINEKIRIN Û TESFIYEYA TOPEYKÛN BÛ'
KCD'ê diyar kir ku bi komploya navneteweyî re hatiye xwestin, ku gelê Kurdistanê û têkoşîna wê ya azadî-demokrasiyê bê Rêber werin hiştin, di heman demê de bi berdana hev a gelan re tinekirin û tesfiyeyeke topyekûn bê kirin û hat destnîşankirin, ku bi pêşdîtin û sebra mezin a Ocalan re, bi berxwednaa destanî û mezin a li dijî sîstema Îmraliyê re ev plan hemû hatine pûçkirin û hesap hatine têkbirin.
Di dxuyaniyê de hat ragihandin ku bi saya rênîşandan û berxwedana mezin a Ocalan re nirxên hevpar ên gelan zêde bûne, hêviyên ji bo pêşeroja demokratîk û azad a gelan xurt bûne û bal hat kişandin ser îşkenceya tecrîdê ya sîstema Îmraliyê.
KCD'ê got, "Tê zanîn ku hem komploya navneteweyî, hem jî sîstema Îmraliyê bi berxwedana mezin a Birêz Ocalan û têkoşîna lehengî ya gelê me ya li dora rêberê xwe re, mehkûm bûne û hatine pûçkirin."
'PÊWÎSTIYA SEREKE, AZADIYA BIRÊZ OCALAN E'
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Gelê me, hemû gelên dost û bira destnîşan dikin, ku ji bo avakirina welat û pêşerojeke demokratîk û azad, şertê jêneveger azadiya Birêz Ocalan e. Ev yek pêwîstiya me ya sereke ye.
Bi bîr bû baweriya azadiya Birêz Ocalan re em komploya navneteweyî lanet dikin."