Li Şengalê derba giran li çeteyan hat xistin: 11 çete hatin kuştin

Li Şengalê, di operasyoneke berfireh a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de 11 çete hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), li ser operasyona li Şengalê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hêzên YBŞ/YPJ-Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyeke berfireh lidar xistine û hat gotin, "Roja 8'ê Cotmehê saet di 04:00 de, li hemberî 2 girên li Geliyê Şîlo yên ku çete lê bûn, çalakiyek pêk hat. Li van her du giran, danê sibehê derbên giran li çeteyan hat xistin û 2 çete li vir mirin, 1 jî birîndar bû. Şerê li vê derê tevahiya rojê dewam kir.

Yekîneyên me li hemberî liv û tevgera çeteyan çalakî lidar xistin û gelek çete kuştin, gelek jî birîndar kirin.

Di şerê tevahiya rojê de 11 çete hatin kuştin, 8 çete jî birîndar bûn."

ÇEK Û CEBILXANEYÊN HATIN DESTESERKIRIN

YBŞ'ê ragihand, ku di encama vê çalakiyê de ev çek û cebilxane ji ser çeteyan hatine rakirin: "1 doçka ya 14.5, 1 kalaşnîkov û rextekî wê, 2 dûrbîn (1 jê Nîcon), zincîrên çeka BKC û gelek alavên leşkerî." Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wesayîteke doçka li ser bû, hatiye rûxandin.

BALAFIRÊN KOALÎSYONÊ LI ÇETEYAN XISTIN

Fermandariya YBŞ'ê da xuyakirin, ku balafirên koalîsyonê jî li çeteyan xistine û got, "Roja 8'ê Cotmehê saet di navbera 18:00-19:00 de, balafirên şer ên koalîsyonê 5 caran li çeteyên li taxa Xeyr Nasir bi cih bûne, xistin. Her wiha balafiran carekê li çeteyên li navenda Şengalê bi cih bûbûn, xistin. Encama van êrîşan nayê zanîn."