Cenazeyê Kavak ê dawî li jiyana xwe anî li Amedê hat veşartin

Cenazeyê Rojhat Kavak ê li Swîsreyê dawî li jiyana xwe anî, li cem gora bavê xwe Cemal Kavak hat veşartin.

Kurê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak Rojhat Kavak ê çend roj berê li bajarê Swîsre Swîsreyê nameyek li dû xwe hişt û dawî li jiyana xwe anî, cenazeye wî li Amedê hat veşartin.

Cenazeyê Kavak duh bi şev gihaşt Amedê. Cenazeyê ku rakirin morga li Goristana Yenîkoyê, danê nîvro ji morgê hat wergirtin û bi konvoyeke ji wesayîtan anîn Goristana Deriyê Mêrdînê. Di merasîma cenaze de Parlamenterên HDP'ê Ziya Pîr, Çaglar Demîrel û Edîp Berk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, rêveberên HDP û DBP'yî û bi sedan welatî amade bûn. Cenazeyê Kavak, li cem gora bavê xwe Cemal Kavak ê berî 3 salan ji hesreta welêt li sirgûnê dawî li jiyana xwe anîbû, hat veşartin.

NAMEYA WÎ HAT XWENDIN

Hevseroka DBP'ê ya navçeya Baglarê Rihan Kavak Ozbek, di merasîma cenaze de nameya Kavak a bi gotina 'ez dizanim ev biryara min, bênîqaş şaş e' destpê dikir, xwend.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel jî got, "Hevalê me Rojhat, mixabin di emrekî biçûk de neçar hat hiştin li sirgûnê bijî" bal kişand ser hestên mirovên li sirgûniyê dijîn.

ANLI: DIVÊ CIWANÊN ME NEKEVIN BINÊ AXÊ

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî da xuyakirin ku bavê Rojhat hevalê wî yê têkoşînê, kekê wî hevalê wî yê li girtîgehê bû û got, "Em ewqas tişt winda kirin, ku dixwazin vê erdnîgariyê ji serî heta binî veguherînin goristanê. Ji bo ciwanên me bi dilxweşî li vê erdnîgariyê bijîn, divê ciwanên me nekevin binê axê."

Hevalên Kavak ên ji Ewropayê hatin, find li ser gora wî pêxistin. Ji bo Kavak li Mala Serxweşiyê ya Dêrikiyan, serxweşî hat danîn.