Di çalakiyên gerîlayan de 18 leşker hatin kuştin, 23 leşker birîndar bûn

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyan de li gor ên hatine tespîtkirin 18 leşker mirine, 3 jê giran 23 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyan de li gor ên hatine tespîtkirin 18 leşker mirine, 3 jê giran 23 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku çalakiyên gerîlayan didomin. Navendê diyar kir ku li hemberî operasyona artêşa Tirk a li qadên Mêrgezerê, Bînbîr û Geliyê Dostkî yên girêdayî Colemêrgê ku ji 27’ê Îlonê ve didome gerîlayan çalakiyeke kemînê li dar xistine. Navendê ev agahî parve kir:  

“9’ê Cotmehê (îro) danê sibê saet 09.00’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên ku li derdora girê Mergê yê herêma Bînbîr çalakî li dar xistin. Ji mesafeyek nêz de çalakî pêk hat û bi zelalî 3 leşker hatin kuştin. Li vir hejmara mirî û birîndaran zêdetir in.

Li hemberî operasyona artêşa TC a ji 27’ê Îlonê û vir ve li herêmên Mêrgezerê, Bînbîr û Geliyê Dostkî yên Colemêrgê didomîne, hêzên me çalakiya kemînê li dar xistin. 8’ê Cotmehê saet 11.45’an leşkerên ku dixwestin ber bi girê Şehîd Rojhat ê girêdayî herêma Mêrgezerê ve biçin ketin bin kontrola hêzên gerîlayên me û bi awayekî bandor çalakî pêk hat. Di çalakiyê de 7 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC herêma Mêrgezerê bi obus û topên mîsket ve bomberdûman kir. Vê çalakiya ji bo bîranîna Hevala Nûda Evîn a 28’ê Îlonê li herêma Geliyê Dostkî şehîd ket, hate lidarxistin.

LI HEMBER QEREQOLA GRANA BI ÇEKÊN GIRAN VE ÇALAKÎ

9’ê Cotmehê saet 08.30’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Grana ya li xeta sînora herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi çekên giran ve çalakî li dar xistin û tankek hate derbkirin.

Gerîlayên me yên YJA Starê ji bo besiva komkujiyên li ser gelê me û ji ber zîhniyeta Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê berdewam dike, çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

7’ê Cotmehê saet 10.00’an hêzên gerîlayên me li hember Tabûra Zivingê û girê ewlehiya wê yên girêdayî herêma Gabar a Botanê, çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, piştî çalakiyê helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirin.

8’ê Cotmehê saet 08.45’an hêzên gerîlayên me di çalakiya li hember girê Sawadiye yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê, 3 leşker kuştin, piştî çalakiyê artêşa TC qada çalakiyê û derdora wê da ber obus û hawanan.

5’ê Cotmehê saet 19.30’an tîma tolhildanê ya Şehîd Andok ji bo bersiva êrîşên li hember Farqîna Amedê, dema konvoyek li nêzî gundê Katîne yê girêdayî navçeya Karaz a Amedê derbas dibû, çalakiya sabotajê pêk anîbûn. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, piştî taqemeniyê di otobusa parçe bûye 3 tîmên taybet mirine; 3 jê bi giranî, 23 leşker jî birîndar bûne.

8’ê Cotmehê saet 22.45’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Zerganis a girêdayî navçeya Xana Hewêl a Bedlîsê çalakî li dar xistin. Çepera A-4’ê hate hedefgirtin û ji mesafeyek nêz bi roketan ve hate lêdan. Hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên Şehîd Serhat û Şehîd Serxwebûn pêk hat.

KONTROLA GERÎLA LI SER RÊYÊN DÊRSIM-PULUR, DÊRSIM-ERZÎNGAN DIDOME

Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim-Pulur û Dêrsim-Erzîncan di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.

27’ê Îlonê û vir ve artêşa TC li herêmên Mergê Zerê, Geliyê Dostkî û Bînbîrê yên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê operasyonên xwe yên bê encam bi êrîşên hewayî yên dijwar û bi bomberdûmanên hawan û obusan berdewam dike.

4’ê Cotmehê li herêma Bînbîr bomberdûmanên hawan û obusan berdewam kir, balafirên şer jî tevahî rojê herêm bomberdûman kirin. Li vê herêmê 3 gerîlayên me şehîd ketin.

Agahiyên nasnameya hevalên me yên şehîd ketine:

Nasnav: Firat Botan Elbak

Nav: Adem Yakut

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayik-bav: Ayşe – Kerem

Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Cotmeha 2015 / Colemêrg

 

Nasnav: Mîzgîn Ferhat

Nav: Ebru Kaçak

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Navê dayik-bav: Barîka – Zekî

Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Cotmeha 2015 / Colemêrg

 

Nasnav: Têkoşîn Xelîl

Nav: Hêlîn Xelîl

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Navê dayik-bav: Ferîde – Muhammed Zahir

Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Cotmeha 2015 / Colemêrg”

...