KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YBŞ: Di berxwedana 11’ê Cotmehê de 41 çete hatin kuştin
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê ragihand ku di 8-11’ê Cotmehê de li herêma Geliyê Şîlo ya Şengalê 41 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. -
Gelê Efrînê li dijî komkujiya li Enqereyê li ser piyan e
Welatiyên Kantona Efrînê daketin kolanan û komkujiya ku li Enqereyê pêk hat, şermezar kirin û kujer jî lanet kirin. -
PKK: Komkujiya Enqereyê karê AKP'ê ye
PKK'ê destnîşan kir ku komkujî karê AKP'ê ye û got, "Ev komkujî, weke dewama şerê ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê tê meşandin, hatiye kirin." -
Tevgera hewayî ya li herêmên gerîla didome
Tevgera balafirên şer û pêgerên hewayî yên bêmirov ên artêşa Tirk li ser herêmên gerîla didome. -
YDG-H: Li Sûr û Nisêbînê 12 polîs hatin kuştin
YDG-H'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û der barê êrîş û berxwedana li Sûr, Kerboran û Nisebînê dewam dikin de agahî da. -
YPG: Êrîş hat şikandin, çeteyek hat kuştin
YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşeke xwekujî ya li herêma Eyn Îsa hatiye şikandin û di encamê de çeteyek hatiye kuştin. YPG'ê piştî vê êrîşê, dest bi operasyonê kir. -
Çeteyan li Şengalê derbên giran xwarin
Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), li Geliyê Şîlo yê Şengalê derbên giran li çeteyan xistin. -
Polîsên Tirk li Kerboranê ciwanek qetil kirin
Li Kerboranê ciwanê bi navê Îdrîs Cebe ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat qetilkirin. -
Jin bi têgihiştina 'xweparastin, jiyana rast e' xwe diparêzin
Asayîşa Kampa Şehîd Rustem Cûdî, bêyî ji kesî hêvî bike, jiyan û vîna xwe diparêze. Di nava vê xweparastinê de jin bi têgihiştina 'xweparastin, jiyana rast e' bi awayekî çalak cih digirin. -
Di teqîna li Qamişlo de endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest da
Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava ragihand ku endamekî wan di teqîna bajarê Qamişlo de jiyana xwe ji dest daye û 3 jî birîndar bûne. -
Adil Mûrad ê YNK'yî: Dem dema têkoşîna hevpar a li dijî dîktatoriyê ye
Serokê Desteya Navendî ya YNK'ê Mûrad got, "Li dijî PDK a daxwaza dîktatoriyê pê re heye û nahêle li Başûrê Kurdistanê destûra bingehîn bê bicihanîn, banga pêkanîna eniyeke hevpar û helwesteke hevpar a têkoşînê dikim." -
Agir Ûrfa yê HPG'yî yê li Şengalê jiyana xwe ji dest da hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Agir Ûrfa (Havzûllah Çadir), li Çiyayê Şengalê hat veşartin. Di axaftinên li merasîma cenaze de banga tevlîbûna li nava refên YBş û YPJ-Şengalê hat kirin. -
Li Erdîşê derabe nehatin vekirin, xebatkarên şaredariyê neçûn ser kar
Dikandarên Erdîşê , nerazîbûn nîşanî binçavkirina Hevşaredar Dîba keskîn, Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Sevval Çadirci û Endama Meclîsa Şaredariyê Guler Avci dan û derabeyên dikanên xwe venekirin. -
Li Liceyê şehîdgeh tê bombekirin
Bejahiya Lice ya ku "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" û "Şehîdgeha Şehîd Harûn" lê ye, bi hawanan tê bombekirin. -
Li Hewlêrê 3 hevparên hikûmetê dicivin
Li Başûrê Kurdistanê, ji bo nirxandina krîza siyasî û astengiya hêzên PDK'ê ya derxistin pêşiya Serokê Parlamentê, partiyên YNK, Yekîtiya Îslamî û Civata Îslamî hatin cem hev û wê helwesteke hevpar nîşan bidin. -
Hevşaredarê Xinûsê Firat hat binçavkirin
Hevşaredarê Xinûsê Hasan Basrî Firat û Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Emîn Aydin, danê vê sibehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. -
Gelê Kerboranê li dijî êrîşan li ber xwe dide
Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, 'qedexeya derketina derve' ev sê roj in dewam dike. Gel jî li hemberî êrîşan li ber xwe dide. -
Li Qamişlo teqîn-HAT NÛKIRIN
Li Çerxerêya Xelîc a taxa Kornêş a bajarê Qamişo teqînekê rû da. -
Rustem Cûdî li ser gora xwe hat bîranîn
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Rustem Cûdî, di salvegera 4. a şehaeta xwe de ji aliyê bi hezaran kesî ve li ser gora xwe hat bîranîn. -
Li Îdirê 3 hevşaredarên DBP'yî hatin girtin
Hevşaredara Îdîrê Şaziye Onder, Hevşaredarê Tozan Mehmet Gultekîn û Hevşaredarê Bajarokê Xoşxeberê Alî Çam jî di nav de 6 kesên tevlî çalakiya roja Înê ya mertalên zindî ya li zozanên Korhan bûn, hatin girtin. -
'Li dijî komkujiya li Enqereyê divê em berxwedanê domdar bikin'
Însiyatîfa Gel a Amedê der barê komkujiya Enqereyê û êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê de daxuyaniyek weşand û got, "Heta êrîşên AKP a faşîst bi temamî biqedin, heta êrîşeke bi tenê jî nemîne, em ê li ber xwe bidin." -
Feyat Denîz li Amedê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Feyat Denîz ê di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da li Amedê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. -
Wêneyên nû yên hovîtiya li hember Bîrlîk hatiye nîşandan derketin holê
Hêzên dewleta Tirk Haci Lokman Bîrlîk, li Şirnexê ewil birîndar kiribûn û piştre bi îşkenceyê înfaz kirin û li pey panzêrê kaş kiribûn. Wêneyên nû ku hovîtiya li hemberî Bîrlîk pêk hatiye nîşan didin derketin holê. -
6 çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê hatin kuştin
Hêzên YBŞ-YPJ Şengalê li hember çeteyên DAIŞ’ê li Geliyê Şîlo yê li rojavayê Şengalê ye operasyon li dar xistin, di encama çalakiya sabotajê de herî kêm 6 çete hatin kuştin. -
Li hin taxên Sûrê qedexeya derketina kolanan hat rakirin
Li hin taxên navçeya Sûrê ya Amedê qedexeya derketina kolanan hat rakirin. Hat ragihandin ku li taxên ku êrîşên polîsan bi dijwarî didomin qedexeya derketina kolanan didome.