Feyat Denîz li Amedê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Feyat Denîz ê di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da li Amedê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Feyat Denîz ê di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da li Amedê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê Denîz li Goristana Şehîtlîk spartin axê. Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, MEYADER, DBP, Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn.

Kesên tevlî merasîma cenaze bûn dirûşmên, “Qatil AKP", "Qatil Erdogan" gotin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Omer Onen di daxuyaniya xwe ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest.

Seyîtxan Denîz ê birayê Feyat Denîz jî got ku Feyat şehîdê her kesî ye. Denîz axaftina xwe wiha dewam kir: "Li ser wesiyeta birayê min em li rex bavê min vedişêrin. Me wesîyeta wî anî cih. Em ê kesên ev komkujî bi me dan jiyîn ji bîr nekin.”