Însiyatîfa Gel a Amedê der barê komkujiya Enqereyê û êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê de daxuyaniyek weşand û got, "Heta êrîşên AKP a faşîst bi temamî biqedin, heta êrîşeke bi tenê jî nemîne, em ê li ber xwe bidin. Li her cihî, li her kolan û taxê em ê bi çalakiyên xwe re berxwedanê bidomînin. Em bang li gelê xwe dikin ku roj bi roj çalakiyên xwe zêde bike û li dijî komkujiya Enqereyê berxwedanê domdar bike."
Însiyatîfa Gel a Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Di pêvajoya berxwedana Sûrê ya li dijî hovîtiya dewleta AKP'ê ya faşîst de, me têkoşîneke mezin meşand û vê têkoşînê bi xwe re berdêlek anî. Sekna tekane ya rast ev e û em bawerin ku gelê me li ser bingeha sekneke bi vî rengî berê xwe daye pratîkê. Berxwedana gel a şoreşger, berdêla xwe çi dibe bila bibe; parastin û xwedîderketina li nirxan e. Yanî pêkanîna xwerêveberî, xweparastinê ye. Weke gel em nîşan didin ku sekna şoreşgerî ya demê û pîvana têkoşînê çi ye. Em sekna Rêbertî jî bi vî rengî dinirxînin. Bêguman zêdeyî pênc meh in haya me jê nîne.
Zexta herî mezin, gef û zexta psîkolojîk li hemberî Rêber Apo tê meşandin. Berxwedana herî mezin li Îmraliyê tê nîşandan. Sekin, helwest û xeta rast a berxwedanê, bi rastiya berxwedana Îmraliyê re derdikeve holê. Nebûna xwedî agahî, her çend ji bo me cihê xemgîniyê be jî, fêmkirina sekna Rêbertî hêz, cesaret û enerjiyeke mezin dide me.
Rastfêmkirin, ji holê rakirina astengî û zextên dijmin, bi nirxandina rast a helwesta berxwedêr a Rêber Apo dibe, ku Rêber Apo bi zanebûn ji pêngava şoreşgerî ya pêvajoyê re pêşengiyê dike. Ji ber vê yekê divê em sekna Rêbertî, sekna Îmraliyê rast fêm bikin. Li dijî van zext û ferzên hikûmeta AKP û dewleta TC, sekna yekane ya Rêbertiyê, sekna rast a şoreşgerî, berxwedan e. Berxwedan, berxwedan û dîsa berxwedan e."
Însiyatîfa Gel a Amedê da xuyakirin, ku ya li Îmraliyê pêk tê, berxwedaneke bi vî rengî ye û wiha dewam kir: "Ya li Îmraliyê pêk tê berxwedaneke mezin a bi vî rengî ye. Gelê Kurd vê baş fêm dike. Jin, mêr, zarok, extiyar hemû bi hev re li ber xwe didin û her kes vê berxwedana Rêbertiyê, li cihê lê ye didomîne. Gelê Kurd li tax û bajarokan hewl dide, jiyaneke azad a Rêber Apo biafirîne. Girîng e ev rastî ji aliyê me hemûyan ve rast bê fêmkirin. Lewma berxwedan; li dijî faşîzma AKP'ê pêkanîna şoreşê, li hemberî êrîşên AKP'ê yên yekparêz, navendîparêz, faşîst, hov û zordar, avakirina xweseriya demokratîk a gel û li ser bingeha xwerêveberiya demokratîk pêkanîna şoreşê ye. Ev yek jî fermaneke Rêbertî ye.
Berxwedana xwerêveberî-xweparastinê ku li Gimgim, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Silopiya, Farqîn, Bismil, Lice, Baglar û li her dera Kurdistanê derket hlê, li Sûrê derket asta herî bilind û li hemû parçeyên din ên Kurdistanê gava şoreşa xweseriya demokratîk hatiye avêtin. Bi bilindkirina berxwedana şoreşgerî re em dixwazin berpirsyariyên têkoşînê bi cih bînin, xeta Rêbertî bixin meriyetê, li pêşberî gel û xetê, li pêşberî dîrokê wezîfeyên xwe yên milîtaniya şoreşger bi cih bînin. Di bi serxistina vê de jî weke gel, wek hevrê û tevgerê, em bi biryar in. Îlan û avakirina xwerêveberiyê ji aliyê gelê me ve nîşan daye ku divê me çawa nêzîkî pêvajoyê bibin, bi çi rengî wezîfeyên xwe yên demê bi ser bixînin. Biryar vê carê ji aliyê gel ve hatiye dayîn. Kobanê neket, Cizîr neket, Amed neket. Lê AKP ket û tevî ketinê, cihê xwe li nava sergoyê dîrokê girt. Berxwedana li Sûrê û berxwedana gelê me ya li hemû bajar û navçeyan bêhtir watedar bûye û bûye xwedî hêz. Lewma gelê me li qadan li ber xwe dide û wê her li ber xwe bide. Heta êrîşên AKP a faşîst bi temamî biqedin, heta êrîşeke bi tenê jî nemîne, em ê li ber xwe bidin. Li her cihî, li her kolan û taxê em ê bi çalakiyên xwe re berxwedanê bidomînin. Em bang li gelê xwe dikin ku roj bi roj çalakiyên xwe zêde bike û li dijî komkujiya Enqereyê berxwedanê domdar bike."