KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Demîrtaş li Êlihê konê taziyeyê ziyaret kir
Demîrtaş ziyaretên xwe yên taziyeyên kesên ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, didomîne. Demîrtaş di ziyareta xwe ya Êlihê de, dubare kir ku ji komkujiyê AKP’e berpirse. -
Hevşaredarên Tozanê û Xoşxeber ji peywirê hatin dûrxistin
Hevşaredarê Tozanê Mehmet Gultekîn û Hevşaredarê Bajaroka Xoşxeberê Alî Çam piştî hatin girtin ji hêla Wezareta Karê Hundir ve ji peywirê hatin dûrxistin. -
KCK: Komkujiya Enqereyê, encama polîtîkayên hundir û derve yên AKP’ê ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku komkujiya 10’ê Cotmehê ya li Enqereyê pêk hat encama polîtîkayên hundir û derve yên AKP’ê ye. -
YPG’ê hewldana çeteyan a ketina Girê Spî asteng kir
Navenda Çapemenî û ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê encamên şerê dawiyê ragihand. YPG’ê diyar kir ku li bajarê Girê Spî 2 çeteyên DAIŞ’ê û li Helebê jî çeteyekî El-Nusra hatiye kuştin. -
Artêşa Tirk şehîdgeh bombe kir
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku li navçeya Şenkaya ya Erziromê leşkerên derketibûn operasyonê ketin panîkê û hevdu gulebaran kirine. -
Seylan ê di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da spartin axê
Cenazeyê xwendekarê zanîngehê Umut Seylan ê li Enqereyê di êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga aştiyê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Tatosê hate definkirin. -
Leşkerên Tirk îşkence li ciwanekî Rojavayî kirin
Leşkerên artêşa Tirk ciwanekî Efrînê li sînor girtin û bi rengekî hovane, îşkence lê kirin. -
Li Wanê girtin, li Bedlîsê binçavkirin
Li Wanê kesek hat girtin, li Bedlîsê jî zarokek hat binçavkirin. -
Li Wanê pevçûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hat diyarkirin ku li ber Mala Mamostayan a li ser Cadeya Ordû ya girêdayî navçeya Îpekyolû ya Wanê ji aliyê kes an jî kêsên nasnameya wan ne diyar li hember polîsan êrîş pêk hat. -
KCK: Komkujiya Enqereyê, encama polîtîkayên hundir û derve yên AKP'ê ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, ku komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê, encameke polîtîkayên hundir û derve yên AKP'ê ye. -
Kurdên li Tambovê: Komkujî bi fermana Qesrê hatiye kirin!
Kurdên li Tambovê dijîn, Komkujiya Enqereyê şermezar kirin û dan zanîn, ku komkujî bi fermana Qesrê hatiye kirin. -
Destan Yoruk: Bila ciwan werin serê çiyê
Destan Yoruk, polîtîkayên înkar-tinekirin û komkujiyê yên AKP li hemberî gelê Kurd û hemû gelan dimeşîne, nirxand. -
Muslim bersiv da Davûtoglû: 50 ton çek hat, wê hînê jî bê
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim piştrast kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji wan re çek şandiye. -
Hozat: AKP ji bo pêşî li bêçalakîtiyê bigire, li Enqereyê komkujî kir
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, ku berpirsyarê komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê, AKP û Erdogan in. -
Cenazeyê şervana YPJ'ê Evîn Hesekê hat veşartin
Şervana YPJ'ê Henadî Mûhammed Hesen (Evîn) a ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiye ya Hesekê bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
"Plangeriyek kûr li ser gelê Kurd heye"
Karmendên navçeya Daqoqê bi tundî helwestên hikûmetê şermezar dikin û nêzîkatiyê wan na pejirînin. Ji bo vê dibêjin; "Plangeriyên gelek kûr li ser tevahî Kurdan heye." -
Dayika Meryem parêzvaneke azadiyê bû...
Zarokên Meryem Bûlût a 70 salî, ku di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, anîn ziman ku dayika wan ji ber tevlî çalakiya mertalên zindî bûbû dihat darizandin û herî dawî ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest da. -
Girtiyê nexweş ê PKK’yî Alp li Şirnexê hat defnkirin
Girtiyê PKK’yî Alî Alp ê li Girtîgeha Şakranê jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
Şehîdgeha Licê tê bombekirin
Li navçeya Licê ya Amedê “Şehîdgeh”a PKK û HPG’yiyan careke din ji aliyê artêşa Tirk bi hawanan hat bombekirin. -
Mertalên zindî hatin binçavkirin
Mertalên zindî yên ji bo operasyonan rawestînin û pevçûneke rû bide rawestînin çûn çiyayê Cûdî rastî êrîşa leşker û cerdevanan hatin dema vedigeriyan Şirnexê hatin binçavkirin. -
Polîsên li Amedê êrîşî ciwanan kirin rojnamevanek birîndar kirin
Polîsan êrîş birin ser ciwanên ji bo protestokirina komkujiya Enqereyê derketin kolanan û nûçegihana DÎHA Esra Aydin ji lingê wê bîrîndar kirin. -
Mertalên zindî yên xwestin biçin Cûdî rastî êrîşê hatin
Piştî ku şehîdgeha "Şehîd Cuma û Şehîd Binevş" a li Çiyayê Cûdî hat bombekirin, mertalên zindî xwestin biçin herêmê, lê ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatin gulebarankirin. -
Aslan ê HDP’yî yê li Kerboranê: Pêkanînên zîhniyeta DAIŞ’ê ne
Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mehmet Alî Aslan ku çû Kerboran a ev çar roj in di bin dorpêçê de ye, ji bo atmosfera dîtiye got: “Pêkanînên wan yek û yek ên zîhniyeta DAIŞ’ê ne. Bi jiyanê re têkîldar çi hebin dişewitînin, hildiweşînin û xera dikin.” -
Artêşa Tirk a ev du roj in êrîş dike li Bînbîr derbên giran xwar
Piştî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê ya 10’ê Cotmehê hat îlankirin, artêşa Tirk tevgera leşkerî, sewqiyat, operasyonên hewayî û bejahî bênavber didomîne. Di pevçûnên ku li qada Bînbîr rû dan herî kêm 24 leşker hatin kuştin. -
Civîna 3 partiyên hikûmetê ya li Hewlêr bi dawî bû
Ji bilî PDK û Goran civîna 3 partiyên di hikûmetê de cih digirin ku ji bo çareseriya krîza heyî li Hewlêr kom bibûn bi dawî bû.