Li Wanê girtin, li Bedlîsê binçavkirin

Li Wanê kesek hat girtin, li Bedlîsê jî zarokek hat binçavkirin.

Li Wanê kesek hat girtin, li Bedlîsê jî zarokek hat binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP’ê didomin. Li Wanê kesek hat girtin, li Bedlîsê jî zarokek hat binçavkirin.

WAN

Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn û Hevseroka HDP'ê ya Erdîşê Sevval Çadirci yên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê.

Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn û Hevseroka HDP'ê ya Erdîşê Sevval Çadirci yên ku li navçeya Erdîşê ya Wanê piştî îlankirina xwerêveberiyê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, hatin girtin. Keskîn û Çadirci yên ku bi îdîaya "mudaxaleyî yekîtiya welat ku nayê parçekirin kirine" hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê.

BEDLÎS

Li Cadeya Kalealti ya Bedlîsê zarokê 17 salî yê bi navê Y.G. ji aliyê tîmên taybet ve hat binçavkirin. Sedema binçavkirinê ku nehat zanîn, Y.G. birin Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê.