KCK: Komkujiya Enqereyê, encama polîtîkayên hundir û derve yên AKP'ê ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, ku komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê, encameke polîtîkayên hundir û derve yên AKP'ê ye.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, ku komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê, encameke polîtîkayên hundir û derve yên AKP'ê ye.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, ku komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê, encameke polîtîkayên hundir û derve yên AKP'ê ye.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser komkujiya li Enqereyê, operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî siyasetmedarên Kurd û hilbijartinên 1'ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Berpirsyarê, rewşa tengezar a siyasî, zext û kaosa heyî ya li Tirkiyeyê, hikûmeta AKP'ê ye. Hem ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd, hem jî ji bo ragirtina hikûmeta AKP'ê li ser desthilatdariyê, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê şerekî gemarî hatiye destpêkirin. Zextên li hemberî gel û komkujiyên tên kirin, encama polîtîkayên Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê ye. Komkujiya Enqereyê, di encama polîtîkayên hundir û derve yên AKP'ê de pêk hatiye. Şer, meşandin polîtîkayan bi amûrên şîdetê ye. Komkujiya Enqereyê jî weke komkujiya polîtîkayekê derdikeve pêşiya me. Hikûmeta AKP'ê, Komkujiya Enqereyê ji xwe re veguherandiye firsendê. Piştî komkujiya Enqereyê, bi dehan Hevşaredar, bi sedan HDP'yî hatine girtin. Bi van girtinên rojane tên kirin re, karibin wê beriya hilbijartinê ti Hevşaredaran li derve nehêlin. Bi felçkirina rêveberiyên herêmî re, ku yek ji hînên girîng ên demokrasiya herêmî ye, tê xwestin ku hêzên demokrasiyê werin qelskirin û bên tinekirin."
KCK'ê bibîr xist ku Komkujiya Enqereyê li ser gelên Tirkiyeyê zexteke giran a travmatîk afirandiye û veguheriye yekane rojeva Tirkiyeyê.
Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir: "Hikûmeta AKP'ê ev rewş ji xwe re veguherandiye firsendê û di serî de Hevşaredar, berê êrîşên xwe daye siyasetmedarên li Kurdistanê. Her wiha, di nava vê rewşa giran a rojevê de, zextên li hemberî gel hatine zêdekirin. Bi hişmendiya 'di nava rojeva li ser komkujiya Enqereyê de wê girtin û zext nekevin rojevê', bi ser hêzên demokrasiyê ve diçin. Ji ber polîtîkayên xwe yên ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê, di her firsendê de berê xwe dide zext û girtinan.
DIVÊ MIROV TESLÎMÎ ZÎHNIYETA AKP'Ê NEBIN
Girtina ewçend Hevşaredar û siyasetmedaran, hem hilbijartinan bêwate dike, hem jî nîşan dide ku siyaseta demokratîk ji bo Tirkiyeyê zêde negirîng e. Partî û hilbijartin xistine rewşeke welê, ku ji bo xapandina cîhanê û nixumandina zextên xwe, weke amûrên şerê taybet bi kar tînin. Tirkiye ya ku di sala 1946'an de ji ber pêwîstiya şerekî bi vî rengî yê taybet û xapandinê pêwîstî pê dît derbasî serdema ji gelek partiyên siyasî bibe, piştî 70 salan hînê jî jiyana siyasî ya ji gelek partiyan û hilbijartinan bi israr, bi vê şêwazê bi kar tîne. Tê fêmkirin, ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe û Tirkiye demokratîk nebe, wê ev zîhniyet û polîtîka neyên şikandin. Lê belê, girîng e mirov xwe teslîmî vê zîhniyetê û van polîtîkayan nekin. Dema Hevşaredar û siyasetmedar hatin girtin, divê gelê Kurd li her derê nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Pêwîste destûr neyê dayîn ku siyasetmedarên kurd, siyasetmedarên demokratîk ewçend bi hêsanî neyên girtin. Hewce ye gel, di her şert û mercan de xwedî li vîna xwe ya siyasî derkeve.
'DEMOKRASÎ BI TENÊ JI BO DAIŞ'Ê HEYE'
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser hilbijartinên 1'ê Mijdarê û di vê der barê de, ev peyam da:
"Eger li Tirkiyeyê wê wateyeke hilbijartin û siyaseta demokratîk hebe, hingî divê destûr ji girtina hevşaredaran û hilbijartiyan neyê dayîn. Rêya destpêkê ya pêşvebirina demokrasiyê û xwedîderketina li destketiyên demokratîk, ev e. Heta ku li hemberî girtina siyasetmedarên demokratîk neyê derketin, nepêkan e demokratîkbûyîn pêk were. Bi pêkneanîna demokratîkbûyînê re jî, nepêkan e pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê werin çareserkirin. Li Cîhan û Tirkiyeyê, kesên demokrasiyê dixwazin divê van girtinan qebûl nekin. Yên ku banga bêçalakîtiyê li Tevgera Azadiyê ya Kurd kirin, beriya her tiştî divê li dijî van girtinan helwestê nîşan bidin.
Ji gotinên Davûtoglû tê fêmkirin, ku li Tirkiyeyê demokrasî bi tenê ji bo DAIŞ'ê heye. Zîhniyet û polîtîkayeke ku bi 'xwendina mejiyê' Kurdekî, welatparêzekî û demokratîk re dibêje 'dibe ku tuyê çalakiyê lidar bixe' û digire, niha radibe ji bo qetlîamkeran dibêje, 'heta nekeve nava tevgerê, em nikarin bigirin'. Wê divê mirov bipirsin; Te bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan, parêzer, nivîskar û xwendekarên Kurd çawa girt? Kesekî ku tê texmînkirin beşdarî meşekê bibe tê girtin, lê kesekî ku tê zanîn wê komkujiyê bike, nayê girtin. Ev yek zîhniyeta AKP'ê radixe pêş çavan. Eger qetlîamker piştî ku mir nikare bê girtin, wê demê yê ku ev komkujî bi xwe kiriye û daye kirin hikûmet e. Yanî radibin dibêjin, 'Heta pêkhatina komkujiyê, em bi êrîşkarê bombeyî re hatin heta cihê bûyer'.
Ev zîhniyet êrîşkarê bombeyî nagire, lê belê hevşaredar û bi hezaran siyasetmedarên ku vîna gel in, digire. Pêwîste li hemberî vê hikûmeta xwedî vî mejî ye û êdî rewabûna xwe nemaye, bê xwestin ku hevşaredar û siyasetmedarên hatine girtin tavilê werin berdan."
'DIVÊ HER KES LI HEMBERÎ OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ HELWESTÊ NÎŞAN BIDE'
Hevserokatiya Konseya Rêveber da xuyakirin, ku weke KCK'ê ew alîgir in pirsgirêk bi siyaseta demokratîk re were çareserkirin û got, "Lê belê, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêkan li ser bingeha demokratîk, pêwîste beriya her tiştî li dijî van operasyonên qirkirina siyasî helwest bê nîşandan. Heta ku li hemberî van operasyonên qirkirina siyasî têkoşîneke çalak neyê meşandin, wê bangên li Tevgera Azadiyê ya Kurd tên kirin watedar nebin. Ji xwe, bêçalakîtiya me ragihandine, ji aliyê mûxatabê xwe ve nayê dîtin û li her derê operasyonên leşkerî û êrîş bi dijwarî dewam dikin. Divê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê xwedî li bêçalakîtiyê derkevin û ji bo hilbijartin di rewşeke aram de bê kirin, li hemberî van operasyon û êrîşên leşkerî helwestê nîşan bidin."