Girtiyê nexweş ê PKK’yî Alp li Şirnexê hat defnkirin
Girtiyê PKK’yî Alî Alp ê li Girtîgeha Şakranê jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.
Girtiyê PKK’yî Alî Alp ê li Girtîgeha Şakranê jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.
Girtiyê PKK’yî Alî Alp ê li Girtîgeha Şakranê jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.
Girtiyê PKK’yî Alî Alp (Kawa) ê li Girtîgeha Sergirtî ya T-2 a Şakran a Îzmîrê 10’ê Cotmehê jiyana xwe ji dest da li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê bi merasîmeke tevlîbûna hezaran ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Cenazeyê Alp piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê bi balafirê anîn Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya Şirnexê. Cenazeyê Alp ji aliyê Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz, Hevseroka TUHAD-FED Bahar Oktay û gelek welatiyan ve hat pêşwazîkirin.
Cenaze bi konvoyeke ji dehan wesayîtan anîn bajaroka Dêrgulê. Li vir bi hezaran kesan cenazeyê Alp hilgirtin û bi dirûşmên, "Qatil Erdogan", "Şehîd namirin" anîn goristana bajarok.
Hevserokê MEYA-DER Kasim Yigit ji malbat û hezkiriyên Alp re sersaxî xwest.
Hevserokê Şaxa Îzmîrê ya Komaleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TAYD-DER) Mûsa Karbadag, destnîşan kir ku Girtîgeha Şakranê wek qadek pîlot hatiye hilbijartin û binpêkirina mafan heta dawiyê ye. Karbadag wiha axivî: “Desthilatiya AKP’ê hem li hundir hem jî li derve komkujiyên xwe didomîne. Lê bila vê baş zanibin, azadî qasî îmzeyekê nêzî Mazlûman, Kemalan bû, lê ew ti carî teslîm nebûn. Her şehadetek sedema pêşxistina têkoşînê ye.”
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî got: “AKP’e ya her diçe desthilatiya winda dike, tola xwe ji hevrêyên me, hevalên me radike. Li hember hevalên me yên dîl girtine her cure binpêkirina mafan û zextan pêk tînin. Lê hevalên me ti carî li hember vê serî netewandin.”
Piştî axaftinan, cenazeyê Alp bi dirûşma, “Şehîd namirin” ve spartin axê.