Demîrtaş li Êlihê konê taziyeyê ziyaret kir
Demîrtaş ziyaretên xwe yên taziyeyên kesên ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, didomîne. Demîrtaş di ziyareta xwe ya Êlihê de, dubare kir ku ji komkujiyê AKP’e berpirse.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li Êlihê konê taziyê yên endama Dayikên Aştiyê Meryem Bûlût û Aycan Kaya ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn, ziyaret kir.
Li Mala Taziyeyê ya Beşevler a Êlihê ziyaretên girseyî didomin. Îro Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, parlamenterên HDP’ê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tê de bi sedan kesî malbatên Bûlût û Kaya li konê taziyê ziyaret kirin.
Heyeta ku Demîrtaş jî di nav de bi dirûşmên, “Şehîd namirin”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne”, “Bijî Serok Apo”, “Dewleta komkujer wê hesab bide” hatin pêşwazîkirin.
'JIYANA XWE JI BO AŞTIYÊ DAN'
Demîrtaş ji girseyê re axivî û kesên komkujî pêk anîn wek, “kujerên di cihanê de herî namerd” pênase kir. Demîrtaş wiha axivî: “Dayika Meryem û hevala Aycan jî qismekî mezin ên jiyana xwe ji bo aştiyê bikar anîn. Li ku derê çalakiyek, aktîvîteyek aştiyê hebûya, Dayika Meryem li wir bû. Êşa şer bi awayekî herî giran jiyaye, kurên xwe, neviyên xwe winda kiriye, lê rojekê jî ji devê wê peyva tolhildan û xwîn derneketiye. Heta ku em li hember hiqûqê jî hesab nepirsin, em dest jê bernadin. Ev ne bûyerek jê rêzê ye, ne zeîftî ye, ne jî bê tedbîrî ye. Ev namerdên ku ji dewletê hêz stendiye, îstîxbarat girtiye, dewletê ew parastine, anîne Enqereyê ev komkujî pêk anîne.”
Malbatên Bûlût û Kaya jî spasiyên xwe ji Demîrtaş û heyeta pê re ragihandin û diyar kirin ku ji bo aştiyê çi bikeve ser milên wan amade ne ku pêk bînin.