Kurdên li Tambovê: Komkujî bi fermana Qesrê hatiye kirin!
Kurdên li Tambovê dijîn, Komkujiya Enqereyê şermezar kirin û dan zanîn, ku komkujî bi fermana Qesrê hatiye kirin.
Kurdên li Tambovê dijîn, Komkujiya Enqereyê şermezar kirin û dan zanîn, ku komkujî bi fermana Qesrê hatiye kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, li Navenda Xebatê ya Dîcleyê civiyan û Komkujiya Enqereyê şermezar kirin.
Endama Meclîsa Jinê Medya Botan li civînê axivî û got, "Komkujî bi fermana Qesrê hatiye kirin."
Botan, nixumandina ser komkujiyên li Amed û Pirsûsê bibîr xist û da zanîn, ku komkujiya li Enqereyê nîşan dide, ev êrîş bi plan û organîzeyî tên kirin.
Botan destnîşan kir, ku hedefgirtina HDP'ê rewşeke rasthatî nîne û bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên dewletê yên li hev nakin û biryara nepenîtiyê ya li ser dosya lêpirsînê. Botan got, "Ev hemû nîşan didin, ku di bûyerê de tiliya dewletê heye û bi fermana Qesrê hatiye kirin."
Botan ragihand ku komkujiyên bi vî rengî dikare di nava Kurdan de rê li ber şikestineke mezin veke û got, "Em weke Kurdên li derveyî welat dijîn, her timî em ê li cem gelê xwe bin. Em van êrîşên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li hemberî mirovên me, bi tundî şermezar dikin."
Piştî axaftina Botan, civîn bi pirs û dayîna bersivan dewam kir.