Artêşa Tirk şehîdgeh bombe kir
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku li navçeya Şenkaya ya Erziromê leşkerên derketibûn operasyonê ketin panîkê û hevdu gulebaran kirine.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku li navçeya Şenkaya ya Erziromê leşkerên derketibûn operasyonê ketin panîkê û hevdu gulebaran kirine.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku êrîşa artêşa Tirk a 13’ê Cotmehê li hember girê Şehîd Fîkret ê li qada Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê didome û pevçûnên dijwar dewam dikin. Navendê destnîşan kir ku 11’ê Cotmehê li navçeya Şenkaya ya Erziromê leşkerên derketine operasyonê ketine panîkê û hevdu gulebaran kirine.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku tevgera artêşa Tirk a li hember qada Bînbîr didome û pevçûn bi dijwarî dewam dikin. Navendê got: “Danê sibehê di pevçûna li nêzî gir 3 leşker hatine kuştin. Artêşa Tirk piştî windahiyan bi êrîşa hewayî bomberdûmaneke zêde kiriye. Êvarî saet 18.00’an li derdora gir leşkerên ku careke din ketin êrîşê bi hêzên me yên gerîl re ketine nav pevçûneke dijwar. Di van pevçûnên ku gelek windahiyên dijmin çêbûne 4 gerîlayên me şehîd ketine, 7 gerîlayên me birîndar bûne.” Navendê diyar kir ku her ku detayên pevçûnên dijwar ên didomin zelal bibin wê ji raya giştî re aşkera bikin.
Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê wiha ye: “10’ê Cotmehê artêşa Tirk bi tevlîbûna hêzên leşkerî yên li baregehên Şirnex û Silopiya li qada Cûdî operasyonek dane destpêkirin. Li girê Yildiz, Sirtê Keça û Şkêrê Kera tank û wesayîtên zirxî hatine bicihkirin. Dîsa xwestine ji ser girê Çilmêra û qadên Deriyê Cebraîl bikevin Cûdî. 11’ê Cotmehê di navbera leşkerên ku xwestine ber bi Sefînê biçin û gerîlayên me de pevçûnan rû dane. Pêşdeçûna leşkeran li vir hatiye rawestandin. Pevçûnên ku nîvro saet 10.00’an destpê kirin heta saet 18.00’an bi awayekî dijwar dewam kirin. Li hember qadên ku gerîlayên me lê bi cih bûne bi awayekî zêde bombardûman pêk hatiye. Lê ti encam nehatiye bidestxistin. Ev baskê operasyonê vekişiyaye. Di pevçûnên ku li vir rû dane 2 leşker hatine kuştin.
Di navbera leşkerên ku ber bi şehîdgeha li qada Bêrmêda ve çûne û gerîlayên me de 12’ê Cotmehê êvarî saet 18.00’an pevçûn derketine. Li hember êrîşên dijwar ên leşkeran gerîlayên me bi bandor li wan dane. Ev baskê operasyonê bê encam vekişiyaye. Çapemeniya şerê taybet ragihandibû ku li vir leşkerek miriye û 3 leşker birîndar bûne. Lê hejmara mirî û birîndarên li vir zêdetir in. Di van êrîşên artêşa Tirk ê di pêvajoya bêçalaktiyê de balafirên keşfê li ser herêmê bi awayekî zêde geriyane. Dîsa bi koordîneya balafirên keşfê re qereqola Millê Gurya ya girêdayî Cizîrê û qereqola Bêspîn a girêdayî Silopiya Cûdî û derdora wê bomberdûman kiriye. Gerîlayekî me yê di pevçûnan de birîndar bû paşê şehîd ket.
13’ê Cotmehê êvarî di navbera 18.45 û 19.45’an de li sêgoşeya Licê, Hênû û Karaz a Amedê de yekîneyên artêşa Tirk ên li Girê Zarge û yên li Licê bi cih bûne; qadên Şehîd Rojhat û Şehîd Navdar ên girêdayî Licê bi obus û tankan bombe kirine.
12’ê Cotmehê sibehê saet 06.00'an artêşa TC bi helîkopterên Kobra li bejahiya qadên Elî Gûleka, Adgom û Nistik ên girêdayî navçeya Kopê ya Mûşê leşker danîne û dest bi operasyonê kiriye. Detayên pevçûnên li vê herêmê wê paşê bên aşkerakirin.
LEŞKERÊN LI ERZIROMÊ KETIN NAV PANÎKÊ HEVDU GULEBARAN KIRIN
11’ê Cotmehê artêşa TC li hember Şehîdgeha Şehîd Sîdar a girêdayî navçeya Şenkaya ya Erziromê operasyonek da destpêkirin. Ev hêza operasyonê ji aliyê hêzên me yên gerîla hatiye ferqkirin, lê ti mudaxele nehatiye kirin. Leşkerên li vir ketin nav panîkê li hev dane. Di çapemeniya şerê taybet de ku hat gotin, çawîşekî pispor û leşkerek ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin ne rast e, bûyereke ku leşkeran hevdu gulabaran kirine.
Agahiyên sicîla hevalê me yê şehîd ketiye:
Nasnav: Sîdar Umut Malazgîrt
Nav-Paşnav: Neşelî Yalçin
Cihê jidayikbûnê: Bûrsa
Navê dayik-bav: Saadet – Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 12’ê Cotmeha 2015 / Şirnex”