Zarokên Meryem Bûlût a 70 salî, ku di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, anîn ziman ku dayika wan ji ber tevlî çalakiya mertalên zindî bûbû dihat darizandin û herî dawî ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest da.
FERHAT ARSLAN
ÊLIH / ANF
çarşem, 14 kewçêrê 2015, 07:00
Zarokên Meryem Bûlût a 70 salî, ku di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, anîn ziman ku dayika wan ji ber tevlî çalakiya mertalên zindî bûbû dihat darizandin û herî dawî ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest da.
Endama Dayikên Aştiyê ya 70 salî Meryem Bûlût a ku ji roja belavbûna têkoşîna azadiyê ya Kurd û vir ve jiyana wê di nava êş û berxwedanê de derbas bû, ji bo hemû ferdên malbata xwe û mirovên li derdora xwe di nava têkoşîna Kurd û Kurdistanê de roleke aktîf bilîzin, ket nava hewldanan. Mexdûra 12'ê îlonê dayika Meryem, li metropolên Tirkiyeyê yên ji neçarî koçî wir kir, ji çand û nasnameya xwe tawîz neda. Dayika Meryem, kurê xwe yê berî 25 salan tevlî refên PKK'ê bû bi tilîliyan oxir kir û bi roja aktîvîsta aştiyê ya ku dengê xwe li tevahiya cîhanê da bihîstin, rabû. Cenazeyê Dayika Meryem li kêleka neviyê xwe şervanê YPG'ê Çekdar ê berî 7 mehan li Şengalê jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. Zarokên wê, dayika xwe û têkoşîna wê ya aştî û azadiyê ji ANF'ê re vegotin.
Kurê wê Lokman Bûlût: Dayika me ji me re her tim vedigot, ku di sala 1979'an de hevrê Egîd li Êlihê bi rêya Sendîkaya Petrol Îşê li hemberî heqeiya li gel dihat kirin derdiket û ew jî beşdarî hemû mîtîngan dibû. Pişî darbeya 12'ê Îlonê em neçar man koçî Skenderûnê bikin. Li taxa me koçî wir kiribû, rewşa her kesî mîna ya me bû. Di wê demê de kekê min ê mezin Ahmet her tim li ser vê rewşê difikirî. Hingî keskê min Ahmet hat girtin û ew şandin Girtîgeha Meletiyê. Tevî ku emrê wî hînê biçûk jî bû, bi rojan rastî îşkenceyê hatibû. Vê êşa kekê min bandoreke mezin li diya min kiribû. Dema nimêj dikir jî, ti carî dua xwe ya ji bo sekinandina şer, ji bîr nedikir. Ya ku diya min dît û jiya, parçebûna bedenên ciwan û welatê mirov bi hesreta wê ne, vedigot. Gelekî bêriya welatê xwe dikir, lê belê nûçeyên bi êş û xemgîn ên ji welêt dihat, gelekî bandor lê dikir. Herî dawî dema kekê min ji girtîgehê derket, kincê wî yê bi xwîn dîtibû. Piştî 2 mehan jî kekê min biryar da biçe çiyê.
Li Skenderûnê 20 sal derbas kir. Mîna li Stenbolê, li wir jî gelekî aktîf bû, di nava têkoşînê de cih girt. Dayika min qet nedibetilî, eger jiyana xwe ji dest nedabûya, ew ê gelekî bijiya. Ji ber ku xewn û xeyalên wê li vê cîhanê hebûn. Me timî ji diya min re digot, 'li mala xwe rûnê, li cem neviyên xwe bimîne', lê belê wê her tim li cem bindestan cih girt û hurmet jê re dihat nîşandan. Hin mirovên di emrê wê de li qehweyê rûdiniştin, peyv digerandin. Lê dayika min li her cihê diçû helwesta xwe ya siyasî nîşan dida, mafdariya me bilê dikir. Mirovên polîtîk ji ber vê yekê gelekî jê hez dikirin. Her tim digot, 'em dayik in em ê ti carî destûrê nedin ku şer bimeşe'. Ez qet nedifikirîm ku diya min wê bi awayekî ji rêzê bimire. Tirsa vê sîstemê, hatina aştiyê ye. Ji ber ku ji hilweşîna desthilatdariya xwe ditirsin.
Dayika Meryem gelek caran hat binçavkirin û ji ber aştî dixwest dihat darizandin? Niha di mîtînga aştiyê de jiyana xwe ji dest da. Di vê der barê de hûn dixwazin tiştekî bêjin?
Dema ez li leşkeriyê bûm, diya min weke mertala zindî çûbû Şirnexê. Dûre zerfek hat mala me û biryara girtina dayika min dabûn. Dihat îdîakirin ku diya min 'li dijî leşkerê wezîfedar derketiye'. Halbûkî ji ber ku kurekî wê li çiyê yek jî li leşkeriyê bû, bûbû mertala zindî. Polîsan ew birin ji bo îfadeyê. Dadgerê darizandin kir, ji aliyê emir ve ji diya min mezintir bû. Lê ji diya min re got, 'çi karê te li wir heye? Tu çima êrîşî leşkeran dike?'. Bi rêya tercûman dayika min got, 'Ji bo ku ne gerîla ne jî leşker bimrin ez bûbûm mertala zindî. Fîşekek ji leşker biçe gerîla bila li min bikeve, yan jî fîşekek ji gerîla biçe leşker bila li min bikeve'. Her wiha got, 'Bi vî halê xwe yê temendirêj, ez ê çawa karibim dest li leşkeran werdim' û dadger bêdeng bû. Wî dadgerî dizanîbû yan na nizanim, lê bila bizanibe; dayika min qasida aştiyê bû û niha gihîşt şehadetê.
Dayika Meryem ji bo aştiyê hat darizandin û herî dawî ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest da. Hûn dikarin bi kurtasî behsa dayika xwe bikin?
Keça wê Mûhbet Polat: Dayika min dayika aştî û azadiyê bû. Dayika şehîd û gerîla bû. Lê belê ji bo kesek nemire diqîriya. Ji ber ku kurê wê û neviyê wê gerîla bûn. Diya min ti carî nedixwest leşker û polîs bimire. Ji bo leşker û gerîla jiyana xwe ji dest nedin, diya min 40 rojan li Liceyê weke mertala zindî li çiyê ma. Herî dawî ji bo bide ser şopa neviyê xwe çû Rojava, çû Kobanê. Lê belê kurê min Çekdar ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat qetilkirin. Û niha di nava şehîdên ku dabû ser şopa wan de ye û radizê. Hêvîdar im wê aştiya ku diya min di oxira wê de jiyana xwe ji dest da, di demeke nêz de bê vê xakê.
Diya min niha li cem kurê min Çekdar radizê û wê niha li şehîdgehê ji kurê min re bibe dayîk. Ez ê êdî nikaribim diya xwe maçî biçim, zarokên dayika min ên şehîd ketine wê li şûna min wê maçî bikin.