Destan Yoruk: Bila ciwan werin serê çiyê

Destan Yoruk, polîtîkayên înkar-tinekirin û komkujiyê yên AKP li hemberî gelê Kurd û hemû gelan dimeşîne, nirxand.

Destan Yoruk, polîtîkayên înkar-tinekirin û komkujiyê yên AKP li hemberî gelê Kurd û hemû gelan dimeşîne, nirxand.

Gerîla Destan Yoruk a bi eslê xwe Tirk e, polîtîkayên gemarî yên AKP'ê yên li hemberî gelan nirxand. Yoruk got, "AKP belayê serê me hemûyane. Hêzeke faşîzane ku li ser serê me hemûyan e. Zîhniyeteke desthilatdariyê ye. Hêzeke ku jin, zarok, gelan qetil dike û komkujiyan dike, ye. Xwedî zîhniyetekî bi vî rengî ye."

'HDP BÛ HÊVÎ'

Yoruk anî ziman ku di demeke gel li dijî zîhniyeta desthilatdariyê ya AKP'ê rabû ser piyan, jê re got 'êdî bes e' de, komkujiyan rû dane û anî ziman ku AKP ji gelê Kurd û hemû gelan re dibêje, 'Eger hûn li ber xwe bidin, serî li ber me netewînin, em ê we qetil bikin'. 

Yoruk bibîr xist ku HDP bi yekîtiya gelan, bi nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewldanên mezin ên 40 salan ên têkoşîna azadiyê ava bûye û got, "HDP veguheriye hêviyê. Dewletê, AKP'ê xwestine vê hêviyê tine bikin. Lewma di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de avahiyên HDP'ê rastî êrîşan hatin, buroyên hilbijartinê hatin bombekirin, mirov hatin binçavkirin, li hemberî mîtîngan êrîş hatin kirin, bombe hatin teqandin. Ev nîşaneya çi bû; nîşaneya berxwedana tê nîşandan, têkoşîna tê meşandin e. Gel bersiveke mezin da AKP'ê. Hemû pêkanînên despotîk ên AKP'ê bi berxwedanê tê pêşwazîkirin. Berxwedan mezin dibe û wê her mezin bibe."

Yoruk da zanîn ku AKP ji bo li ser desthilatdariyê bimîne, hêza fîzîkî bi kar tîne, polîtîkayên şerê taybet xistiye dewrê, komkujiyan dike û da zanîn ku AKP'ê nikariye xwe li hilbijartinên 7'ê Hezîranê, li hevgirtina gelan rabigire.

'YEKANE BERPIRSYARÊ KOMKUJIYA LI ENQEREYÊ AKP A DESTEKDARÊ DAIŞ'Ê YE'

Yoruk da zanîn ku AKP ji xwînê têr nabe, hînê difikire ku dikare bi komkujiyan re gelan têk bibe û anîz iman ku ti cudahiya AKP'ê ji DAIŞ'ê nîne. Yoruk got, "DAIŞ di bin navê Îslamê de jinan direvîne, dest diavêje wan, mirovan qetil dike. Lê AKP ji DAIŞ'ê cudatir bi rêbazeke hîn zirav-polîtîk dixwaze gelan tine bike. Ji bo vê jî di her firsendê de komkujiyan dike. Teqîna li Enqereyê, bêyî agahiya AKP'ê, bêyî destûra AKP'ê nehatiye kirin. Yekane berpirsyarê komkujiya li Enqereyê AKP a destekdarê DAIŞ'ê ye."

Yoruk ragihand yekîtiya gelan wê hîn bêhtir mezin bibe û got, "AKP gora xwe dikole. AKP a ji bilî desthilatdariyê çavê xwe tiştekî nabîne, di demên xwe yên dawî de ye" û destnîşan kir ku AKP wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de tine bibe.

'BILA CIWAN WERIN SERÊ ÇIYÊ'

Yoruk di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên li Tirkiyeyê kir ku neçin leşkeriyê û eger dixwazin têbikoş in, li dijî komkujî, asîmîlasyon û înkarê derkevin, hingî divê berê xwe bidin çiyayên azad. 

Yoruk bang li gelên Tirkiyeyê kir ku hîn bêhtir xwedî li xwerêveberiyên hatine îlankirin derkevin û got, "AKP belayê serê me hemûyan e. Hêzeke faşîzane ku li ser serê me hemûyan e. Zîhniyeteke desthilatdariyê ye. Hêzeke ku jin, zarok, gelan qetil dike û komkujiyan dike, ye. Xwedî zîhniyetekî bi vî rengî ye."