Seylan ê di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da spartin axê

Cenazeyê xwendekarê zanîngehê Umut Seylan ê li Enqereyê di êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga aştiyê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Tatosê hate definkirin.

Cenazeyê xwendekarê zanîngehê Umut Seylan ê li Enqereyê di êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga aştiyê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Tatosê hate definkirin.

Cenazeyê xwendekarê Zanîngeha Yildirim Beyazit a Enqereyê Umut Seylan ê di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê di êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga aştiyê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve piştî hate teşhîskirin anîn Taxa Rêz a Tatosê ya Erziromê û li vir hate definkirin. Ji bilî sedan welatiyan Parlamentera HDP'ê Seher Akçinar Bayar, Hevşaredara Xinisê Gulay Peker, rêveberên HDP û DBP'ê jî beşdarî merasîma cenaze bûn. Piştî ku cenaze hate definkirin birayê Seylan, Omer Seylan axivî û diyar kir ku ew li diji êrîşên bi vî rengî serê xwe natewînin û ev tişt anî ziman: "Heke pêwîst be em ê di vê rêyê de canê xwe feda bikin û şehid bikevin. Birayê min şehîdê Kurdistanê û şehîdê aştiyê ye."

Piştre gel ji bo sersaxiyê derbasî mala Seylan bûn û ji malbatê re sersaxî xwestin.